Li Efrînê sotemenî peyda nabe!

Li Efrînê sotemenî peyda nabe!

02:15:08

 

Rojava News: Li Efrînê ji ber ku peydakirina sotemeniyê zehmet bûye niştecih dest bi şewitandina êzingan kirine.

Hat zanîn; Efrînê ji ber şer û pevçûnên li herêma Şehbayê û ambargoya ku heye, dîtina mazot û gazê zehmet bûye.

Niştecih ji bo ku di şert û mercên zivistanê de xwe germ bikin, êzing û alavên exşab dişewitînin.