Li Qamişlo teqîn: 2 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dan

Li Qamişlo teqîn: 2 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dan

00:09:34

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo, di encama teqînekê de 2 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dan.

Îro danê sibê li taxa Xelîc ya Qamişlo bombek, ku li kêleka rêkê hatibû danîn, bi otomobîla asayişê de teqiya.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de 2 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dan û 2 endamên asayişê jî birîndar bûn.