00:32:15
Rojava news: Ji Aliyê Walitiya Merdînê ve ji bo operasyonên li hemberî hêzên PKKê li 3 Navçe, 9 tax û 22 gundên Merdînê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Walitiya Mêrdînê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku ew dê heya demekê li hin tax û gundên Merdînê operasyonek li hemberî hêzên PKKyê pêk bînin.
Ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan divê îro ji katjimêr 06:00an heta fermanekî nû li 22 gûnd û 9 taxên bi ser navçeyên wek Nisêbîn, Mehsert, Artuklu derketina derve hatiye qedexe kirin.
Tê zanîn ku, ev ne cara yekemîn ku, qedexeya derketina derve li navçeyên bakur têne ragehandin, berî niha çendîn car bi armanca şerê endamên PKKê operasyon hatine pêkanîn.
