Wê hin ciyên Kobanê yê kavil û wêran bihêlin

Wê hin ciyên Kobanê yê kavil û wêran bihêlin

Rojava News: Ji ber pevçûnên di navbera DAİŞê û hêzên kurdan da Kobanê   kavil û wêran bû. Niha jî tê plankirin ji bo balê bikşînin ser terorê wê hin ciyên Kobanêyê kavil û wêran bihêlin.

 

Li herêmê şerê di navbera DAİŞê û hêzên kurdan da nêzîkî  4 mehan dewam kir û niha jî li herêmê rewşeke aram heye. Ji ber ku di şer da çekên giran hatin emilandin Kobanê kavil û wêran bû.

 

Piştî ku DAİŞê  ji Kobanêyê hat derxistin, rewşa herêmê û bîlanço eşkere bû. Ji ber şer Kobanê weran bûye û gelê Kobanê diheyirin. Zarokên ku piştî şer derketin kuçe û kolanan ji xwe ra bisqilêtên xwe dajon.

 

Li gor texmînan li Kobanêyê nêzî 2 hezar kes mirin. Li herêmê herî zêde milîtanên DAİŞê  hatin kuştin.