Li Efrînê jî girtina dikanan hate ferzkirin

Li Efrînê jî girtina dikanan hate ferzkirin

00:06:34

 

Rojava News: Bi boneya roja 15 Sibatê, salvegera girtina Rêberê PKKê, Rêveberiya Xweser hemû dikan û bazarên bajarê Efrînê girtin. 

Bi boneya 18emîn salvegera girtina Rêberê PKKê Abdelah Ocelan ji aliyê Tirkiyê ve. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û di bin navê “Roja Reş” de, roja 15 meha Sibatê weke rojeke betlanê destnîşan kir.

Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDêli ser welatiyên Efrînê ferz kirin da hemû dikan û bazarên bajêr bên girtin, ji bilî nanpêj û nexweşxane û saziyên tenduristiyê.

Doh 15ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Ocalan ev 18 sal in di girtîgeha Îmraliyê cezaya hetahetayê dikşîne.