PYD kadroyekî PDK-S li Efrînê girt

PYD kadroyekî PDK-S li Efrînê girt

RojavaNews: Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD li devera Efrînê kadroyê PDK-S yê bi navê Semîr Selîm Hisên girtin û rêxistina Efrînê ya PDK-S şermezar dike.

 Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD li devera Şeranê ya bi ser Herêma Efrînê ve kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S yê bi navê Semîr Selîm Hisên girtin bi hinceta ku wî beşdarî di nobedariya PYD de li ser seytereyan nekiriye girtin.

 Derbarê vê yekê rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S daxuyaniyek derbarê vê yekê de belav kir û tê de behsa girtina Semîr Selîm Hisên dike.

 Rêxistina Efrînê ya PDK-S bi tundî girtina kadroyên xwe  ji aliyê  PYD ve şermezar kir û daxwaza serbestberdana hemû girtiyên siyasî yên li bal PYD kir, her wiha daxwaz ji dezgehên hiqûqî kir ku bilez tedbîrên cidî derbarê van kiryaran bistînin.