Muhsîn Tahîr: “Partiya me di dîroka xwe de nebûye sedema perçekirina tû rêxistinê Kurdî”

Muhsîn Tahîr: “Partiya me di dîroka xwe de nebûye sedema perçekirina tû rêxistinê Kurdî”

Rojava News: Endamê Lêvegera Sîyasî  ya Kurdî û hemendemê  serkirdeyatiyê PDK-Sê  Muhsîn Tahîr di lêdwana   teybat ya  ji Radyo Rojava News’re got: “ENKSê vê ji bo hilbijartina 3ê endamê lêvegera siyasî  civîna xwe li darbixwê” û hemendemê got “ew îddîaya kû El wehdê  le dijî wa ye ne raste”

 

Di civîna ku vê 5ê sibatê  bê li darxistin li ser esasê  civina Hewlerê vê 3ê endamê  ENKSê   bêne hilbijartin.

 

Muhsîn Tahîr di derbarê îddiayê durxistina  El Wahde ji ENKSê û perçekirina wê de got; Tû peyvendiya PDK-Sê bi durxistina  El Wahde ji ENKSê û di perçekirina wê de tunneye û ev tometkirin ji rastiyê gelek dûre”

 

Tahîr di berdewamiya axaftina xwe de got;  “Partiya me di dîroka xwe de  nebûye sedema perçekirina tû rêxistinên Kurdî”

 

Ji aliyêdin ve balkişand ser wê yekê û got: “Ev 2 salin di navbera Sekreterê El Wahde û serkirdetiya wê de nakokî hebûn.  Em hevî dikin di demeke kurt de pirsgirêkên xwe çareser bikin û  PDK-Sê di  ber pirsgirêkên xwe de  tometbar nekin”

 

Tê zanîn Lêvegera Siyasî ya Kurd  berî niha  demekê di civîna  ku li  Hewlerê birêve çû de birbiryara civîna   li Qamişloyê bê kirin girtin.