Barzanî dê li gel Cîgirê Trump bicive

Barzanî dê li gel Cîgirê Trump bicive

2:36:20 PM

RojavaNews: Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Municha Almanyayê li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bicive.

Hêmin Hewramî ku di 53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî de yaweriya şanda Serokê Herêma Kurdistanê dike, ji Rûdawê re ragihand; “Serokê Herêma Kurdistanê di roja duyemîn a konferansê de civîna xwe ya yekemîn ligel Cîgirê Serokwezîrê Kuweytê kir. Civîna duyemîn a giring jî dê li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence be.”

Hêmin Hewramî da zanîn, ku dê her îro Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bicive û paşî dê li gel komek senatorên amerîkî jî hevdîtinekê bike.

Roja înê jî 17-02-2017 Serok Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf civiya bû. Hêmin Hewramî got, ku Cewad Zerîf Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwendiye Îranê.

53emîn Konfransa Ewlekariya Muncihê duh roja 17ê Sibatê dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi vexwandineyekî fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hate vexwandin.

Di vê serdanê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Osman, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî hevaltiya Mesûd Barzanî dikin.