Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî civiyan!

Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî civiyan!

Rojava News: Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê civiyan.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya Munichê li Almanyayê bûn, hatin ba hev.

Di dema civînê de Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cafer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Osman, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û hin rayedarên din amade bûn.