Rojava News: Di çarçova hevdîtin û civînên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê de, biryar e îro Serok Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive.
Biryar e îro Serokl Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive, dawî pêşhatên li herêmê û şerî Mûsilê û rûbirûbûna terorê gotûbêj bikin.
Îro roja dawî ya Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchena Almanyayê ye, di rojên borî de Serokê Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin û civînên girîng ligel serkirde û nûnerên welatên cîhanê kirin.
Ji Buhara sala 1963an ve li Munchena Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê lidarxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.
00:52:17
