Rojava News: Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku beriya şerê vê dawiyê yê Kerkûkê, 39 Pêşmerge ji aliyê DAIŞê ve bi dîl hatibûn girtin. Tê gotin, di şerê çend rojên borî yên Kerkûkê de jî derdora 15 Pêşmerge bi saxî ketine destê DAIŞê.
Şev 30ê meha Çile ya îsal, şerekî giran li eniya başûrê Kerkûkê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketibû ku di encamê de komek Pêşmerge şehîd û birîndar bibûn.
Lê li gorî agahiyan tê gotin ku di wî şerî de derdora 15 Pêşmerge jî bi saxî ketine destê DAIŞê.
Li ser hejmara pêşmergeyên ku bi saxî ketine destê DAIŞê, Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, beriya şerê çend rojên borî yên başûrê Kerkûkê, 39 Pêşmerge ji aliyê DAIŞê ve bi dîl hatibûn girtin.
Helgord Hîkmet li ser pevguhertina dîlan bi DAIŞê re jî got, heta niha me ev kar bi DAIŞê re nekiriye ji ber ku DAIŞ bi pevguhertina dîlên şer bawer nake.
Ji aliyekî din, li gorî agahiyên di şerê çend rojên borî yên başûrê Kerkûkê de 32 çekdarên DAIŞê bi saxî ketine destê Pêşmerge.
