Rojava News: Li bajarokê Rimêlana navçeya Dêrika Hemko ya Kurdistana Sûriyê, Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) neçar kir ku, mala xwe vala bike ji wî bajarokî bar bike.
Endamê Komîteya Navendî di partiya Demokrta Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) û serkirdeyê ENKS Hisên Silêman li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku, Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bi zorê ew neçar kirine ku, mala xwe li bajarokê Rimêlanê vala bike û ji wir bar bike.
Kiryarên PYD piştî vê yekê hat ku, Endamê Komîteya Navendî di partiya Demokrta Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) û serkirdeyê ENKS Hisên Silêman ji aliyê wan ve di 9ê vê mehê de hatibû girtin û di 13ê vê mehê hatibû berdan .
Serkirdeyê ENKS Hisên Silêman li ser rûpela xwe wêneyê kelûpelên mala xwe di dema ku, derdixistin belav kir.
PYD heta roja şemiyê muhlet dabû Serkirdeyê ENKS Hisên Silêman ku mala xwe barbike.
10:45:13
