Rojava News: Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtî û Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Hesen Salih ragehand ku, "Leşkerên Roj" ên ku, li Herêma Kurdistanê têne perwerdekirin ne beşekin ji Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê.
Berî niha Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebde li Munchênê piştî civîna wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ji K24ê re ragehandibû ku, Pêşmergeyên Rojava "Leşkerên Roj" bi ser ENKS ve ne û beşek ji Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê ne û pêwîste vegerin Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîêtî û Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Hesen Salih bersiva Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebde û ji K24ê re ragehand ku, pêşmergeyên Rojava ne beşekin ji Artêşa Azad.
Salih da zanîn ku, ti pêwendiyên Pêşmergeyên Rojava "Leşkerên Roj" bi Artêşa Azad re nînin, tekez kir ku, ew hêzeke serbixweye û bo parastina navçeyên Kurdistana Sûriyê hatine damezrandin.
Hêza Pêşmergeyên Rojava "Leşkerên Roj" di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike.
00:33:03
