Tahir Kemalzade Hevserokê Kongira Neteweyî ya Kurd (KNK) ragihand ku, pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê dan bi rêberayetiya Serok Barzanî bikin û tekez jî kir ku Serok Barzanî xwedî buhayê netewî ye û çavê hemû dinyayê li ser wî ye ji ber ku xwedî dîrokeke serfiraz in.
Kesayetiya siysî ya Rojhilatê Kurdistanê û Hevserokê KNKê Tahir Kemalzade ji Kurdistan TV re ragehand: Li başûrê Kurdistanê bizaveke mezin heye û rêberatiyeke mezin heye di gel rêzamin ji hemû partiyan re, lê belê birêz kak Mesûd bihayekî neteweye û naskirî ye. Divê em hemû rêzê lê bigrin û qezancê jê bibînin. Ew xwedî dîrokeke serfiraz e.
Hevserokê KNKê ku siyasiyekî bê alî yê Rojhilata Kurdistanê ye û di kêm navendê dinayê da heye ku roxsarê wî nehatibê dîtin, derbarê rol û pêgeha Serok Barzanî tekez li ser wê yekê dike ku: “Ti bixwaze yan na kesyatiyeke çavê hemû dinyayê li wî ye û nûnerê netewa kurd e. Helbet eger partiyên din vê pêgehê qebûl nekin wê pet û belav bimînin, û bi nêrîna min divê ku raberek hebê, di rewşeke weke ya niha de nêrîna min û ya KNKê ji Mesûd Barzanî hêjatir nayê dîtin.”
Kemalzade çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê û rêkeftina Dihokê di navbera herdû aliyên Rojavayê Kurdistanê ENKS û TEV-DEMê de deskefteke neteweyî dide xuyakirin. Herwiha van herdû bûyerê dîrokî wek sedema deskeftên bêtir di paşerojê dibîne
Hevserokê KNKê dibêjê ku ew pêngavên serok didine xuyakirin ku Kurdistan weke yek e û bi yek çavî li hemûyan bê nihêrtin. Kongira Netewî ku hemû li Hewlêr kom kirin, çavê diyayê lê bû, rêkeftina Dihokê jî bûyereke gelekî mezin bû û eger Kak Mesûd naba ev hemû nedibûn.
Bêtir got: “Şanazî ye dema ku pêşmergek ji Rojhilatê Kurdistanê tê û li şingalê li dijî terorê şer dike û şanazî ye ku Pêşmerge diçê alîkariya birayên xwe li Rojava û hevkariya şervan û jinên Kobanê şer dike ku bûne mînaka jinên dinyayê, ev hemû şanazîne çima em qazancê jê nebînin.”
Hevserokê KNK di wê baweriyê deye ku eger di bin navê Konferansekê de bê jî kurdên herçar parçeyên Kurdistanê lihev bicivin û peyama xwe bigînin dinyayê, dê giringiya wê hebe.
Tahir Kemalzade di sala 1982 ji Rohilatê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê û di sala 1984 bi dawetnameke fermî çû welatê Holendayê.
Kemalzade ne endamê ti partiyeke siyasî Kurdistanê ye û weke ew dibêjê, xebata wî xebateke Kurdistanî ye.
