Barzanî: Em ti carî alîkariyên YPG ji bîr nakin

Barzanî: Em ti carî alîkariyên YPG ji bîr nakin

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, ew li tabloya mezin dinêrin û ew li berjewendiya gelê Kurd dinêrin, herwiha ew alîkariyên YPG ti caran ji bîr nakin.

Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîneke de ligel rojnamevana Tarafê Amberin Zaman, behsa “pêvajoya çareseriyê”, şerê li dijî DAIŞê, pêwendiyên ligel Tirkiye û PKK kir.

 

Cara dawî dema ku em hatin li hemberî Tirkiyeyê hêviyên we şikestibûn. Pêwendiyên we ligel Tirkiyeyê çi rawşê de ne?

Rast e hin hêviyên me şikestin. Lê dema meha Tebaxê bûyeran rû dayî, li Tirkiyeyê hilbijartinên krîtik ên serokomartiyê hebûn. AK Partiyê Serokê giştî nû yê xwe hildibijart. Divê ew pêvajo bi aramî derbas biba. Herwiha karmendên Serkonsuliya Musîlê yên Tirkiyeyê, dîl ketibûn di destê rêxistina DAIŞê de. Lê dîsa jî hêviyên me yên mezin ji Tirkiyeyê hebûn.

 

Daxwaz û hêviyên we ji Tirkiyeyê çi bûn?

Me diwest ku Tirkiyeyê bi cih de bi êrişên asmanî navend û çeperên DAIŞê bide ber bombeyan. Ji xwe ser sînorê Barmarneyê hêzên leşkerî û tanqên Tirkiyeyê hene. Me bawer dikir ku Tirkiyeyê demildest wê hêzê tevlî êrişan bike.

 

Daxwazeke we bi vî awahî çêbû?

Çawa çênebû? Yekemîn min telefona vekir, hem ligel serokomar hem jî ligel serokwezîr axifîm, axaftina min bi Davutoglu re (wezîrê derve bû) heta serê sibehê saet 3 berdewam kir.

 

Baş e, tirkan çima tiştek nekirin?

Ne rast e eger em bêjin tiştek nekirin. Di rojên destpêkê de tirkan kamyoneke fişek ji me re şandin, gulleyên topan şandin. Bi rêyên bejayî, piştre kincên leşkerî, bot û tiştên din şandin. Heta ku gihiştin, hinekî dirêj kir. Tirkan jî qebûl kirin, wan weke ku dihate xwestin bi lez tev negeriyan. Niha Tirkiye baş piştgiriya me dike, di warê penaberan de, kampên AFAD li Dihokê hene. Tirkiye bi peran alîkariya me kir. Nîv mîlyarek dolar da me, wê di demeke nêzîk de bikeve destê me. Petrola me di ser Tirkiyeyê re diçe derve, ev gelekî gelekî girîng e. Di dema dawiyê jesta herî mezin, li Kobanî pêk hat. pêşmergeyên me, di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanî bûn.

 

Lê li gor em dizanin Erdogan li hember wê yekê gelekî li ber xwe da, eger Amerîkayê îsrar nekiriba pêk nedihat.

Rast e, pêwîst bû me birêz Erdogan îqna bikiriba. Em bi telefonê gelekî axifîn. Lê hûn li netîceyê binêrin. Tiştê girîng netîce ye. Ji xwe re bihizrin, pêşmergeyên me bi unîforma bi kincên leşkerî, bi ala Kurdistanê ji Zaxo heta Kobanî di Tirkiyeyê re derbas dibin. Ev di warê siyasî de bûyereke mezin e. Girîngiya vê em nikarin nebînin. Di rizgarkirna Kobanî de, rola serokomar û serokwezîr têde gelek e, her wiha rola Amerîka û berxwedana bi qehremanî ya kurdan li Kobanî jî gelek e.

 

Li Rihayê hinek pirsgirêkên pêşmerge çêbûne. Leşkerên tirkan baş mazûmvaniya pêşmerge nekir.

Rast e hin pirsgirêka rû da. Serê me êşand. Pirsgireka rotasyonê çêbû lê em ji wan biborîn. Em li netîceyê binêrin.

 

Dîlên li Mûsilê azadbûn, Tirba Silêman Şah hat veguhestin. Tiştek nema destê Tirkiyeyê de li hemberî DAIŞê tevnegere. Li gorî we Tirkiye têra xwe di vê têkoşînê de rolek aktîf digre?

Wek tê zanîn Tirkiye çekan nade pêşmerge lê li devera Soran, Diyana, Qelaçolan û Silêmanê perwerdeya leşkerî dide pêşmerge.

 

Li pêşiya me imtîhana Mûsilê heye. Li hember bilindbûna hêza milîsên şîe û Îranê, hûn ji Tirkiyeyê çi dixwazin?

Pewîst e di operasyona Mûsilê de Tirkiye beşdar bibe.

 

Bi hêzên şerkar e?

Ne mecburî ye. Lê heger pêwîst be divê Tirkiye bi hikûmeta Iraqê re koordîne bike û bêguman bi hêza xwe ya şerkar di rizgarkirina Musulê de beşdar bibe.

 

Tirkiyeyê dê beşdar bibe?

Ez nizanim. Lê min ji serokwezîrê we re got, divê Tirkiye beşdarî rizgakririna Mûsilê bibe. Rewş gelekî hesas e, em bi tenê bikevin wî şerî, dê şerê kurd û ereban çêbibe, eger milîsên şîe bikevin wî şerî dê şerê şîe û suneyan derbikeve yanî rewş gelekî hesas e.

 

Hevserokê KCK Cemîl Bayîk dibêje, hêzên PKK amade ne di rizgarkirina Mûsilê de cih bigirin, hûn çi dibêjî?

Pêkenok dibînim, gelekî pêkenok e...

 

Lê di dema dawiyê de hevkariya we bi PKK re çêbû.

Rast e, me ji nêzîk ve hevkariyeke baş bi YPG re kir. Di şerê li dijî DAIŞ de, wan jî hevkariyeke baş kirin. Em heta dawiyê minetdarên wan in. Li Şingalê, li Mexmûrê, li Rebîa, li Kobanî, me alîkariya hev kir. Me piştgiriya hev kir, ew hevkariya me heta niha jî berdewam dike.

 

Lê bi PKK re? Bawer dikim, di navbera we de hinek pirsgirêk derketin. Di dawiya sala borî de, Cemîl Bayik li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Behsa hinek karê hevbeş hatibû kirin. Piştre pirsgirêka Şingalê û rêveberiya xweser derket. Ew hevdîtin rawestiyan. Barzanî dibêje heta ku meclîsa êzîdiyan xwe fehs neke ev dîsa dest bi gotûbêjan nake.

Şingal perçeyekî Iraqê ye. Li Şingalê avakirina kantonê feydeyeke kesekî têde tune ye. Li Parlamentoya Iraqê nûnerên şingaliyan hene. Em bi xwe pirsgirkên xwe çareser dikin. Tiştekî şaş e ku PKK heq dide xwe di nava axa me de, mudaxeleyî karûbarên me bike.

 

Lê di şerê li dijî DAIŞ de, Amerîka hevkariya hinek hêzên nêzîkî PKK kir

Em li dijî wê yekê dernakevin. Em li tabloya mezin dinêrin. Em li berjewendiya gelê Kurd dinêrin. Pêwendiya Amerîka û welatên rojava bi PKK re, PKK dikişîne ser rêyeke hîn rastir. Lê di encamê de meydana xebatên PKK ne Iraq e, nabe jî. Me li Sûriyê dît. Aliyê PKKê zorê derkete pêş. Dixwaze bibe tekane hêz, em vê yekê rast nabînin. Divê bi aliyên kurd yên din re di diyalogê de be. Dîsa jî ji bo hevkariya wan (mebest YPG) ez spas dikim. Binêrin gelekî bûn alîkar. Em tu caran ji bîr nakin.

 

Bawer dikim, alîkariya Şêwirmendê MITê yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî di vê pêvajoyê de çêbû

Bi rastî jî çêbû. Dema ku ew ji misteşariya MIT cuda bû xiyalên min şikestin. Dema ku Hakan Fidan careke din vegeriya MIT (îstîxbarata Tirkiye) em gelekî kêfxweş kirin. Weke hûn dizanin, rola Hakan Fidan di pêşvajoya aştiyê de di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de rola wî girîng e.

 

Em dizanin rola we û birêz Mesûd Barzanî jî di wê pêvajoyê de heye.

Rast e. Me jî li gor xwe rolek lîst. Di vî warî de ev demeke dirêj e, em nêrîna xwe dibêjin, encam jî diyar e. 2 sal in, deng ji sîlehan dernakeve, reşnûsek ji 10 madeyan heye, axaftin li ser wan tê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku ewê rê li ber aştiyeke daîmî vekin. Di wan hevdîtinan de 3 lig hene, HDP, Îmralî û Qendîl, lê ez di wê baweriyê de me gotina dawiyê Ocalan dibêje.

 

Serokomar Erdogan got “pirsgirêka Kurd tune ye.” Hevserokê HDP Selahedin Demirtaş jî, li dijê Erdogan daxuyaniyên tund dan.

Ew daxuyaniyên hewaya hilbijartinan in. Hûn li netîceyê binêrin.

 

Em êdî dikarin ji bo we bibêjin “Birêz Netîce”

Erê hûn dikarin bibêjin. (Bi ken)