Birîmo: Armanca me bihêzkirina ENKSê ye

Birîmo: Armanca me bihêzkirina ENKSê ye

Rojava News: Piştî derbasbûna salekê li ser lidarxistina kongrê yekbûnê yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ku di destpêka meha Nîsna sala 2014an li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan, Rojnameya Kurdistan li ser rewşa partiyê ev hevpeyvîn ligel Nûrî Birîmo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê  û serokê Xwecihiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêk anî.

 

Rewşa rêxistinî ya PDK-Sê çawa ye?

 

Ji dema lidarxistina kongrê yekbûnê yê her çar partiyên Yekîtiya Siyasî û her wiha damezirandina partiyeke nû bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê di destpêka meha Nîsana 2014an, îradeya yekbûnê her dem li bal serkirdayetî û endamên me peyda dibû, dixwestin bilez operasyona yekbûnê pêk were û ev yek li ser erdê li hemû deverên Kurdistana Sûriyê cîbicî bibe, tevî hemû kêşe û kelemên ku ji me re dihatin dayîn.

 

Bê guman tevlîbûna rêxistinî pêk hat bi awayekî serkeftî, dikarin bibêjin ta ast û demeke baş, di wê demê de komîteyên nû hatin sazkirin da ku wê hejmara mezin ji endaman li xwe bigrin, helebet li gor rêbaza hundirîn ya PDK-Sê, dikarin bibêjin ku niha encumenên herêmî û yên şax jî amade ne ku konfiransên xwe lidar bixin û dest bi jiyaneke partîtî nû jî bikin.

 

Civîna Komîteya Navendî li ser çi bû?

 

Civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê ya vê dawiyê ku di Avdara borî de lidar ket, civînek normal ya partiyê bû, di nava civînê de gellek tişt hatin gengeşekirin û gellek biryarên giring tê de hatin stendin ji aliyê siyasî û rêxistinî ve  ku taybet bi jiyana hundir ya PDK-Sê bûn ji nava wan lidarxistina kofiransên partiyê li Kurdistana Sûriyê, Ewropa û Herêma Kurdistanê.

 

ENKS bo we çi ye?

 

Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê bo me wekû navnîşanekê ye bo doza gelê Kurd,  ji ber ku em yek ji damezrêner û pêkhateke serke  di nava  ENKSê dê  nr, biryara me her dem ew e aktîvkirina encumenê ji ber ku ew sîwaneke dikare nava mala Kurdî bike yek, encumen xwedan projeyeke netewî Kurdistanî ye  ji ber vê yekê divê karê wê neyên rawestandin.

 

Encumena Kurdî di têkiliyên xwe de, gellekî nerm e  bi taybet bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk re ya ku hevpişkiya rasteqîne qebûl nake û rêzê li rêkeftinên di navbera wan de nake, ev nermbûna encumenê helebet ji bo wê yekê tê ku nakokî di nava her du aliyên Kurdî de gur nebe û şerekî navxweyî jî durist nebe.

 

Helwesta we ji Opozîsyonê?

 

Miletê Kurd ligel şoreşa Sûriyê re bû, li dijî rejîma xwînmij rejîma Esed û dê li ser vê yekê jî berdewam bike, helbet partiya me û Encumena Niştîmaniya Kurdî jî du aliyên serke bûn û hevpişkên Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê ne. em bi opozîsyonê re ne, tevî nakokiyên di navbera wan de, tevî lawazbûna wê ji aliyê siyasî û rêxistinî ve, em wê dibînim ku ewê guhertinekê di Sûriyê çê bike, piştî ku Sûriyê bûye meydana şebîheyên Esed  û terorîstên ku Esed wan ji her deverekê anîne da ku hêzên opozîsyonê yên rasteqîne tine bike  da ku planên wî bicih were û şerîeta daristanê jî pêk werîne û miletê Sûriyê jê re bibêjin "Ya Esed yan emê welat wêran bikin".

 

Nerîna we bo paşerojê?

 

Piştî ku şoreşa Sûriyê sala xwe ya çarem bidawî kir û welatê me hemû hate wêrankirin û bingehên pêkvejiyanê di nava pêkhatiyên Sûriyê de hatin tinekirin û sedhezaran kuştî û bi milyonan penaber çê bû, em wekû partî, wekû ENKSê dûrî tundûtûjiyê û leşkerkirinê jî diçinû vê yekê her dem red dikin.

Em  dixwazin ku hemû pirsgirêk li ser maseyê bêne çareserkirin ku hemû hişmendên Sûriyê tê de amade bibin bi hemû pêkhatiyên xwe, em daxwazê ji civaka navdewletî bi serokatiya Amerîka dikin ku bi zûtirîn dem şerê ku li Sûriyê diqewime rawestîne bi merca çûna Esed û hemû çekdarên terorîst yên ku li welatê me bicih bûne û Sûriyeke nû were avakirin ku sîstema wê  demokratîk be ku tê de Kurd bighên mafê Fedralîzmê ku ev çareya herî baş e bo miletê Sûriyê.

 

Alan Ehmed