HELBESTVANȆ KURD "KASȋ"XELATA MELE PALO YA, 4, AN WERGIRT

HELBESTVANȆ KURD "KASȋ"XELATA MELE PALO YA, 4, AN WERGIRT

RojavaNews : Di roja 5ê meha  5an 2015 komȋta xelata helbestvanê kurd ehmed palo ya dahênê 1920-1991ê ya ku her sal nû di be biryar dan û ragihandin  ku ev xelat di 2015an de helbestvan "kasȋ" ebd elhemȋd yÛsiv hêja bÛ ku wergire ,bi nȋzȋk bÛna bȋranȋna 24an ji barkirina wêjevan  û helbestvan  û  ziman nasê kurdmele ehmedê palo yaku di keve 9ê meha 5an de

Komȋta xelata helbestvan ehmedê paloû hevbenda nivȋskar û rojnamevanên kurd li sÛriyê  ragihandin ku "kasȋ" hêja bÛ vê xelatê ji ber kar û dana wȋ di xizmeta dahên Û rewşenbȋriya kurdȋ de ,tevȋ ku kasȋ ji wan kesên ku giringȋ dan kelepûr û dahênên rehmetiyê "palo " wek ku wergirandina rêziman û gelek kar û nivȋsê wȋ  bi teybet bi karanȋna hin aliyê wêjeyȋ di nivȋsarên xwe de bi zimanê kurdȋ yê dayȋk Û bi erebȋ jȋ di nav dana xwe ya rwşenbȋrȋ ya giştȋ de ,tê zanȋn ku xelata yekê mamoste  narȋn umer wergirt Û ya didwan mamoste  salihê heydo bÛ Û ya sisiyan jȋ mamoste  hadȋ behlewȋ bÛ ,ev a ҫaran jȋ mamoste  kasȋ hat hilbijartin

Kasȋ ji devere cirnikê ye li bajarê qamişlo sala 1969an ji dayȋk buye ew ji wan kesên kurde ku bê nasname bûn di sûriyê de ta sala 2008an lewra wȋ nikarȋ bû xwendina xwe ya zankoyê berdweam bi ke,bi herdÛ zimanan nivȋsiye kurdȋ-erebȋ û endame di hevbenda nivȋskar û rojnamevanên kurd de li sûriyê û qutabiyekȋ zȋrek û hêja ye ji dibistana rêbaza barzaniyê nemir de tevȋ ku mamosteyê rêzimanê kurdȋ ye ҫalakvane –kurdperwere wek ku tê nasȋn li qamişlo

Rojava news jȋ evhevpeyvȋn pêre kir;

Mamoste kasȋ berȋ her tiştȋ em bi navê  malpera rojava news  pȋrozbahiya te di kin bi hêviya berdewamiya serkevtinê

1 - Te di  ҫi salê de dest bi helbest û gotaran kir?sedem ҫibû ku te ev rê şopand? 

Ez spasiya we dikim ,heval û hogirên min yên xebatkar di malpera rojava news de.

jibo vê pirsê divê ez hinekî vegerim dema berî bîst û pênc salan,çaxê min nû dest bi lêpirsîn û agedariya wêje û toreya kurdî kir,piştî ku min bekelorya ,beşê zanistî ,bi dawî kir,bawer name nedane min weke hemî hogirên min,ji ber ez mektûm bûm,û min ji nişkê ve xwe li derveyî refê xwendevanan dît,ev yek weke daxekê di dilê minde cihê wê çêbû,û bû sedema çirîska pêxistina lêvegera min ji min re,ka ez çime,ka ez kîme,ka çima ez wilo li min tê,min dît guvaştin li ser milletê min û li ser welatê min heye,ez li zimanê xwe bûme xwedî,ji ber min didît metirsiyeke ji dil heye li ser windabûna ,û ji bin rakirina millet û zimanê min heye,ev yek di sala1987an debû,ev  hest li nik min peyda  dibûn,û rewşa kurdan ne pur başbû li her çar parçeyên kurdistanê.

lêvegera min ma pirtûkxane ya kurdî,ya ku bi kotekî me dikarî pirtûkekê,ji vir ,ji wêda dî peyda bikin,û bi rastî tiştê herî ku peyda dibûn dîwanên seyda yê cegerxwînbûn,û dîwana mela yê cezerî bûn,û nÛbihara ehmedê xanî,ûmem û zîn a wî bû.

ew jî bi kotekî û bi tirs,min di sala 1989 an de yekem berhem nîvisand bi ziman ê kurdî,weke helbesteke kilasîkî.

wêje ya kurdî ji minre bû bû mîna  bihn vedana min ji kul û derên min wek nimûnek ji nûhatiyekî kurd ,di bin zulm û zordariya ku li ser milê milletê me.

carna baweriya gelekan lawaz dibû bi mêrxasî ûbi lehengiya kurdan,lê min di rûpelan de didît bê çawa kurd kevnarin,û min kiltûrê milletê xwe dida ber yên milletên derdora me,min dizanî ku em li pêşiya her kesî ne,di hemî waran de,tevî ku em ne xwedî dewletin weke wan.

2 - Hestên te ҫawane di vê demê deû ev xelat ҫi wate û giringiya wê li jem te heye?   

nayê veşartin ,ku ez bi vê xelatê ser bilindim,û dil xweşim,û cihê şanaziya mine,ez hatim hilbijartin ,ji pêdana vê xelatê  re,ev wate ya wê ji min re geleke,û her wiha barekî dî didê li ser millê min;her wiha ez spasiya komîta  xelatê û malbata mele ehmedê palo dikim

giringiya wê,ewe ku bi navê mele ehmedê palo ye.

3- tu wek nivȋskar Û helbestvanekȋ kurd di xwazim ji te bi birsim: gelo win ҫi role Karin bi lȋzin di pirisgirêka kurdȋ de?tu raziye ji karê nivȋskaran,ҫȋ ji we tê xwestin di vê demê de ?

nivîskar di rojên wilo giran de lêvegerên milletê xwene,nivîskar mina lempê pêşiya millet gereke ronî bikin,di rojên dijwar ,û girik de ,mîna van rojên ku îro em di wanre derbas dibin,lê mixabin ,nivîskarên me yê kur li sûriyê,tevî ku ast a gelekan ji wan pur bilinde jî,lê ne gihane ku bibin ew lêveger ,û ew xwedan hêza di nav millet de,ji ber bi rastî,partiyên me li kurdistana sûrî,ew rê li ber reşenbîr ê rast û nivîskarê jêhatî girtine,û her partiyek   zirnevan û daholvanê wê hene,nivîskarê ku nebê zirnevanê partiyan wê di bin tariyê de wî bihêlin,ev yek piştî ku ragihandina eliktronî bi dest her kesî ve hat,hew nan da partiyan,îde dest têwerdana nav saziyan kirin,ev yek jî ne gelejî baş li reşa nivîskaran vegeriya,em niha li kurdistana sûrî,mîna sê xetan xwiya dikê di nav nivîskaran de,her xetek ji wan ber bi aliyekî ve diçê,em naçar dibin li gorî baweriyên xwe yî kurdistanî bimeşin,û encamên wê yekê çibin bila bibin.

em niha gereke berevaniyê bi pênûsa xwe di ber kurdistanê de bikin,û berevaniyê di ber yekîtiya milletê xwede bikin,û hestên milletê xwe yê netewî hê xurt tir bikin,eve erkê li ser milê me.

4- Te ta vê demê ҫi karê xwe pêşkêş kiriye ҫap ûne ҫap kirȋ?

min du dîwanên kurdî hene weke helbest:

1-yek jê di sala 1999 ande çap bûye bi navê(Ferat wilo peyivî)

2-û  ya dî bi navê were em bigrîn  nê min ew çap nekiriye,ez hewl didim rêke çapkirinê bibînim jêre.

bi navê( Xerabîl el hewa i)غرابيل الهوا di sala 2013  ande  min ew çap kiriyeher wiha min pirtûkek bi zimanê erebî jî heye hewa di sala 20001 ande  min ew çap kiriye

4-Pirtûka(reş nûs)a ya nivîsa destê  mele ehmedê palo, ya rêziman a kurdî, min ew ji tîpên erebî  wergerandibû tîpên latînî,û paşê min ebdusslamê darî memostekî hevalê min e me lêvegera wêjî kir û me da lawê wî û di sala 2011 ande hate çap  kirin

her wiha pirojene minî din hen li hêviya çapkirinê ne:

ҫi  karê mele palo heye ku milet nasnakê ji ber ne hatiye ҫapkirin yan belav ne buye?

mele palo ne tenê helbestvanbû,lê ew ziman nas bû,û wergêr bû,û şano nivîs bû

ji ber ku wî bi zaravê zazakî zanî bû;tevlî soranî û kurmancî,û bi zimanê farisî û tirkî û erebî jî zanîbû.lewra em dibînin ku berhemên wî bi va qas zarav ş zimanan ve debasî meydana afirandinê dibin.û bêje yên wî hevgirtî û bilindin ,tevlî dolemendiya nav û ciyan ku mirov dibînê di berhemên wî de.

berhemên palo

1-wergerandina pirtûka helbestvanê farisî Ferîd Eddîn ettar ,ya bi navê:Pendên ettar,jizimanê farisî ew wergirandibû zimanê kurdî,lê mixabin istixbaratên sûrî ,rojekê girtibûn ser mala wî û ew pirtûk bi xwere birin û hew vegerandin

2-dîwana birîn a niştiman-3-civîna nemiran .ji 10000 malik hatiye danîn.3-civîna nemiran û şoreşa kurdan.4-bîr û bawerî.5-behlewî û civîndarî.6-baxê evînê.7.baxê niştiman

evê jor hemî ne çapkirîne

dîwana dewr û gera kurdistanê di sala2000 çap bûye:

pirtûka rêziman a ku min ew wergirtî ewjî di sala 211 ande çap bûye

10-ferhengeke wî ya kurdî tirkî heye,ewjî ne çapkiriye.

11-pirtûkek wî hin kesin dihatin cem palo ,û bi bihane ya ku wê alî wî bikin jibo çap kirina pirtûkên wî,pirtûkek jê standin û di nav xwede winda kirin,mixabin ewjî weke ku kurê wî ji minre got.

 

-Tu niha li siwêsrayê dijȋ tevȋ kufletê xwe bi encama rewşa sûriyê ya ne xweş ûbi teybet bajarên kurdȋ di kurdistana sûriyê de,tu ҫi dibêjȋ li ser rewşa welat?

weleat niha di reşeke ne normal de di buhirê,bi rastî hevok ji min direvin dema ez divim wêneya welat bikişênim û bibêjim,ji ber welatê me niha ketiye astengiya herî tor û zehmet de,qamişlo ya ku min digot ez tu carî jê derna kevim û pişta xwe na dimê,em bi adûde yên rêjîmê hatin hilqetandin jê û berê min û bi hezaran kesên weke min kete ewruppa de,min pur dixwest ez li kurdistanê ciyekî ji xwe û zarokên xwere û ji bav û diya xwe û xwih û birayên xwere bibînim,lê me nikarîbû em derbasbibin kurdistanê,mixabin û em ji ser sînor vegerandin,lê rewş nema dihate derbas kirin pêre,neçar em bûne sê mal,piştî ku em malek bûn:milletê me çil salîî di riwê rêjîma beis de karîbû xwe bigrê,tevî pirojeyên rêjîmê yên bê mirês û xerab dijî mana milletê me,lê milletê me xwe girt.

piştî ku doqikê xwe dane millê eware yên me,millet dizanîbû ev çi malin,lewra ewle nedibûn li wan,û bi sedê hezaran di dema sê salan de derketin.ev yek bû sedema ku roj ava ,bû roj ava yê vala ji milletê kurd,mixabin .

Gotineke te hebe di dawȋ de fermo mamoste kasȋ

ez spasiya we dikim li ser vê hevpyvînê,bi hêvî me em karibin alîkariya pirtûkxane ya kurdî bikin bi hemî hêza xwe.

Elî Omer

spas