Nûrî Birîmo: Vegera Pêşmergeyên rojavayê kurdistanê pêwîstî û giringiya wê heya ji ber hat xwyakirin ku PYD nikare bergiriyê ber axa kurdistana sûriyê bike

Nûrî Birîmo: Vegera Pêşmergeyên rojavayê kurdistanê pêwîstî û giringiya wê heya ji ber hat xwyakirin ku PYD nikare bergiriyê ber axa kurdistana sûriyê bike

RojavaNews : Piştî ku Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hêza Pêşmergeyên rojavayê kurdistanê li xwe girt ,medyayên kurdî belav kirin ku  ew Pêşmerge xwe ji vegerê re amade dikin , li partiya PYD nerazîbûna xwe li ser vê yekê da xuyakirin, malpera RojavaNews li ser derbasbûna Pêşmergeyên rojava bo kurdistana Sûriyê  hevpeyvîn ligel Nûrî Birîmo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê  û serokê Xwecihiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêk anî.

Hat ragihandin ku rêkeftin di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Rojavayê Kurdustanê çê bû ji bo derbasbûna Pêşmergeyên rojava bo kurdistana Sûriyê, ti li ser vê yekê çi dibêje?

Ta niha ev yek tenê li ser ragihandinê tê gotin bi taybet piştî ku ENKS ev hêz li xwe girt, lê her wê ev pêşmerge vegerin kurdistana Sûriyayê çimkî ew hêz hatiya damezirandin bo bergiriya axa kurdistanê bikin, û ew mafê wan yê sirûştiya, lê em bi hêvî ne ku vegera pêşmergên me bi rêkeftinekê di navbera me û PYD bi ,ji ber eger rêkeftin nebi wê gelek ziyan bighên kurda, û wê şerkî kurdî-kurdî derkevê edî dewleta kurdî çê nebe.

Daxwaza  derbasbûna Pêşmergeyên rojava bo kurdistana Sûriyê di vê demê de sedema wê çiye?

Vegera Pêşmergeyên rojava pêwîstî û giringiya wê heya ji ber hat xwyakirin ku partiyek bi tene sere xwe nikare kurdistana sûriyê biparêze, bi taybetî piştî komkûjiya Kobanî ku ew belgeh e ku PYD nikare bergiriyê ber axa kurdistana sûriyê bike.

Komkûjiya Kobanî û erişên DAIşê li ser bajarê Hesekê ku di encam de bi sedhezaran xelelên bajêr koçberbûn, di nerîna te dê armanc ji çi bû?

Sînaryoyek di navbera DAIşê û hevalbendên wi ,rêjîma Esed, Cebhet ElNosre, Volkana Firat û ew kesên ku dibêjin me Kobanî rizgarkir heya, ku zextekê li ser kurdan bikin û wan bitirsînin ta ku ew ji malên xwe dûr bikevin û koçber û penaber bibin
ev komkûjiyê wisa eger li tevahiya bajarên kurd li kurdistana sûriyê pêk hat edî kurd li kurdistana sûriyê  wi têne bibn ji ber vê yekê pêwîste pêşmergeyên rojavayê kurdistanê îro berî siba derbasî wan deveran bibin lê em naxwazin ku şer di navbera pêşmerge û pyd derkeve lewma emê her û her bêjin  bela vegera pêşmergên me bi rêkeftin bê. 

Her û her ti dibêje rêkeftin,lê Ebdelkerîm Saroxan wezîrê bergirya bi ser PYDê ve ragihand û got ku ew pesend nekin ku hêzek belî YPG û YPJ li rojava hebe û eger pêşmerge derbasî nav xaka rojava bibin wê me li hember xwe bibînin , çawa pîstî wisa gotinan hêvî we bi rêkeftina heye?

Beriya salekê Saroxan ew gotinê xwe bigote wi hindekî derbasî mejiyê mirov bibe ji ber di wê demê dê rêjîma Esed baş cihê xwe kontrol kirbû, li niha Saroxan xwe nezan dike ku hindek vanend û navçeyên giring ji destê rêjîmê derdikeve û DAIşê pêşve diçe û gihiştiya firokxaniya Teyfor a leşkerî, ji ber wê di nerîne me de rêjîma Esed qels bû ye û dostê wi weku berê piştgiriya wê neke, em gelekî natirsên ku şerek di navbera me û Saroxan derkeve ,ew Saroxanê ku dibêja eger pêşmerge derbasî nav xaka rojava bibin wê me li hember xwe bibînin.

Ev lêdwanên wisa ne pêwîste ji kurda re di vê demê de, kurd tenê pêwîstiya wan bi avakirina mala kurdî heye û bere PYD xweş zanibê ku dema pêşmerge derbasî kurdistana sûriyê nebin ew ne ji tirsa pyd û ypg re ye,lê em hisaban ji balafêrên Esed û bermîlên teqîner yên wê rêjîmê dikin

Derbarî derbasbûna pêşmergên rojava ti civîn di navbera we û Amîrika çê bûye?

Bi rastî ev karekî leşkerî ye lê em weku siyastmedar em daxwazê ji serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku pêwendiyan di navbera me û Amîrika  girêde da ku Amîrika zextê li rêjîma Esed bike ku balafêrên wê li kurdistana sûriyê qedexe bibe ,di bawariya mi de pêşmerge pêwîstî du tiştaya, yek ji wan çawa em karibin pêşmerge ji balfêrên Esed biparêzên , ya din çawa emê wan pêşmerge ji şerê birakûjiyê biparêzên.

Eger rêkeftin ne hat girêdan di navbera ENKS û pyd de , wê pêşmerge derbasî kurdistana sûriyê bibin?
biryar ne di destê mi de ye,lê dema ku pêwîst bibe ti hêz nikare ber pêşmerge bisekine ku axa xwe biparêze.

Di nerîna te de ev dema niha ku komkûjî derheqê kurdan pêk tê û kurd bi hezaran koçber dibin ne dema pêwîste ku pêşmerge derbas bin?

Em dizanin ku kurd koçber bûne lê rewş li sûriyayê bi tavahî wisa ye, hêjmara neşteciyên Helebê 4 milîon bû , niha tenê 500 hezarên, mebesta min ji vê nimûnê ewe ku çavê me dûr dibînin lê destê me negihê.

Nabê ku em 8hezar pêşmerga ber bi kujaran bibin,divê em riyakê siyasî ji wan re vekên te ku drebasî Dêrikê bibn û ber bi kobanî û Efrînê biçin.

Emê carekê tenê vê hêzê bi şer kin li kurdistana suriyê ew jî ji bo dewlate kurdî ya.

Di dawiya vê hevpeyvînê de ti dixwazê çê bêje?

Em sozê didin miletê xwe ku wê çekên me ber bi dijmin ve bin ,ne ber birayê me ve bin.

Nalîn Hesen