Rojava News: Tû mayina Serok Berzanî di vê rewşê de çawa dinêrxênî?
Ez Derwêş Sado Siyatemedarê ji Bakurim, damezrandina PDKê cîh girtim û eva 40 salin hatûçûna min li Başûrê Kurdistan heye.
Mesud Berzanî ji bo neteweyê Kurdistanê kar dikê û tu emelê wî yê din tunne ne. Aniha Herêma Kurdistanê di rewşên gelek giran derbas dibe, şerê DAİŞ û pirsgirêkên li ser herêma Kurdistanê têne ferzkirin giranin. Pêviste em di derbarê Serokatiya Herêma Kurdistanê de biryareke zelal zû bigrin. Ji ber wê ez wek siyasetmedarekî daxwaz dikim parlementoya Kurdistanê û Partiyê Kurdistanê zu bighên sazane kê ku hilbijartin ji aliyê gel ve bê çêkirin. Di vê dema awarte de Mayina Serok Berzanî ji bo azadî û berjiwendiyê gelê Kurdistanê gelek girînge.
Berzanî İtibareke mezin ji bo gelê Kurdistanê çêkiriye, bi ala rengin çû Koşka Sipî û Obama bi rêya wî peşmergeyên qehreman silaw kirin, erê 1200 peşmerge bêhtir şehîd ketin, lê belê ew jî bu sedem ku hemû cihan dengê Kurda bibihîzê.
Yekitî, Goran, Yekgurtû, Komele û PKKê bi dijbûn a xwe li himber Berzanî, li himber gelê Kurdistanê ne.
Partiyê Kurdistanê yên li dijî Berzanî hemen demê li himber berjiwendiyê Kurdistanê ne, ji ber ku îro Mesut Berzanî dengê netewa Kurdaye, dengê ermanca kurdayê, ez hêvî dikim û bang dikim dev ji vê dijiyatiya Berzanî berdin û ji bo gele Kurd Serok Berzanî bikin Serokê Herêmê. Di vê demê de biryarek xelat dibê sedema ku hinek tişt şunde nevegerin.
Rojava News: Giringiya Serok Berzanî ne tenê ji bo Başurê Kurdistanê, ji bo her çar perçê Kurdistanê çawa dinêrxînî?
Serok Berzanî wek serokek netewî li ser her çar perçê Kurdistanê dibînim. Berzanî bi tevgera xwe ev yek ispatkiriye. Aniha Başurê Kurdistanê bi saya xedê û bi saya Serok Berzanî buye mala Kurdan,herçar perçê Kurdistanê li vê herêmê xweyîdibin.
Îro ji perçê Rojava nêzîkî 2 milyon kurd ji alîyê Berzanî ve tê xwedîkirin, Ji perçê Rojhilat kurd li vir sitîrîne, ji Bakurê Kurdistan gelek kes li vir bi cîh bune, ji ber vê yekê jî ez dibêbim bila kurd mala xwe xiranekin.
Pêviste em hemû kurd dest bidin hev û mala xwe xeranekin. Ev mala nasîbe ji hemu kurda re.
Rojava News: Tu hewlê Serok Berzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî?
Cenabê Serok Berzanî hertim yekitiya Kurda li Rojavayê Kurdistanê xwestiye. û hertim bang li hemû partiyên Rojava kiriye da yekbin û bê hevdû tu biryaran nestînin. Bila destê xwe bidin hev, bila ne hinek tenê di derbarê Rojava da ji bo amalê xwe biryaran bidin. Mesut Berzanî dixwazê gelê Rojava û rêxistinê wê bi hevdure xwedî yek biryarek bin.
Rojava News: Welatiyê Rojava koçberdibin, li ser reyên koçberiyê di avade dimrin, tû vê rewşê çawa dibînî?
Ev karesateke gelek mezine, doh jî dû zarokê Kurd di ava behra Spî ya Bodrûmê de xeniqîn, hestir ji çavêmin barîn û ji xema ez nikaribûm razêm, hemû dinya jî ji ber wan zarokan xemdar bûn û rabûn ser piyan. Pêviste pêşiya vê yekê bê girtin.
Rojava News: Name ta ji bo ENKSê û TEV-DEMê çiye?
Peyama min yekîtiye, ji bo berjiwendiyê Rojava bila yekbin, hemû gavên xwe ji bo berjiwendiyê Rojava bavêjin, û bi şêwra Serok Berzanî tevbigerin, ji bo ku Berzanî li ser astê cihanê nasrave, û ezmûnên xwe gelekin, bê wî gerek gavekê navêjin.
Rojava News: Ji bo perçê bakurê Kurdistan peyama te çiye?
Sînorê ku ketine nav Kurdistanê piştre hatine çêkirin, hemû yek Kurdistane, dema li Bakur xelkê me yê Rojava digotin em wek mihacir hatine vir, min ji wana re got, “na na wun ne mihacirin ji ber ku evder jî Kurdistane û mala weye, ji xaniyekî wun hatine xaniyekîdin. Ji sala 1925 ta 1936an dema xelkê Bakur rastî Komkujiya mezin hatin bi sedhezaran berê xwe dane rojava, berê xwe dan mala xwe.
Rojava News: Ev şerê niha yê li bakurê Kurdistan di navbera PKK û Tirkî de derketiye tû çawa dinêrxînî?
Gelek eletiyê vî şerî hene. Pêviste Kurd bi reyen demoktratîk tekoşîna xwe bidin. HDPê bi hilbijartinê 7 Heziranê 80 parlementer derxistin. Partiyeke ku xwedî 80 parlementerî bê pêvistiya wê bi tu şer û çekan namîne. Bila bi reya demokrasî û parlemento dawayê daxwazê xwe bikin, vê hemû gelê Kurdistana Bakur jî piştgirî wan bike. Tu mana wê nîne kû cardin di vê reye de mirov têne kuştin.
Bi rastî aniha tiştê zêde nexweş têne kirin, mala xiradikin, otomobîla dişewitînin, êrîşî bajara dikin, “dibêjin êmê xweserî rabighînin”. Xweserî, dema te welatê xwe azad kiribî di nava wê de tû karî xweserî rabighînî.
Li Cizîrê, Farqîn û Geverê xweserî ragihandinê, lê ji aliyêdin ve parezer, qeymeqam û artêşa Tirkî di deverê deye. Dibin sebeb ku Devleta Tirk werê û xelkê deverê bikûje û bieciqîne. Pêviste dev ji vî karî berdin. Û hemendemê qiymeta kurda jî xwerdikin li berçawê dinyayê.
Cardin tekezdikim ku em hemû partî û rêxistinê Kurdistanê rêz li Serok Berzanî bikin, ya ku wî ava kiriye mala ke Kurdiye em vê malê xiranekin li vir bibin xwedî yek biryar.
Hevpeyvîna Ronî Brîmo li gel Derwêşê Sado
Amadekar: Sinem Bakir
13:07:57
