Radyoya Jîn tenê ji bo çalakirina rola jinê ye

Radyoya Jîn tenê ji bo çalakirina rola jinê ye Featured

Rojava News :Rêvebera  Radyoya Jîn li bajarê Amûdê Şêrîn Ibrahîm dibêje ku armanca serke ji vekirina vê radyoyê ew e, ku rola jinê ji derveyî malê jî çalak bibe. Di vê hevpeyvînê de her tiştekî li ser Radyoya Jîn nas bikin.

*Tu dikarî bêtir li ser Radyoya Jîn biaxivî?

Jîn FM Radyoyeke civakî ye, Taybet e bi keç û jinan e. Bernameyên xwe bi her du zimanên Kurdî û Erebî diweşîne. Navenda wê li bajarê Amûdê ye, keç û jinan ji hemû pêkhateyên deverê li ser karê radyo fêr dike. Şerê li Sûriyê bandora xwe li hemû warên jiyanê bi taybetî li jinê kir,  çûnûhatina jinê zehmet bibû û nema dikarîbû ne xwendina xwe li zanîngehan bike û ne dikarî bû koçber bibe yan li kar bigere, ji ber di civaka me de ne ji mafê jinê ye bi tena xwe koçber bibe û li kar bigere. Ji ber vê yekê pêşinyara sazkirina navendekê ji bo fêrkirina  keç û jinan hat, û ji bo ku derfetên kar ji wan re dabîn bike. Navenda "Jîn" ya hînkirina medyekarên jin berî bêtir ji salekê dest bi karê xwe kiribû, wê demê me grûpeke ji deh keçan perwerde kir, herdem zehmetiya ku em dibînin  nebûna imkanata ye, lê tevî wilo  "Rêxistina ARTA ya ragihandin û geşkirinê"  plan ji vê projeyê re danî û ew plan gihande serî. Di dawiya Tebaxa sala borî de Radyoya me hefteyekê weşana xwe kir, lê alavên weşanê têkçûn û  ev yek bû astengiya sereke.

 

*Armanca we ji vekirina vê radyoyê çi ye?

Armanca me perwerdekirina jinên medyakar ên Sûrî ye, ta ku karibin behsa pirsgirêkên xwe û yên civaka xwe bikin û çareseriyê ji wan re bibînin. Baweriya me bi jinên deverê gelekî tê, jinên deverê gelekî jêhatî û xwedî imkanat in, lê derfet li pêşiya wan tine ne. Ji ber vê yekê pêdiviye her kesê ku xwe di vê civakê de berpirs dibîne, kar bike ji bo wan jinên ku di malên xwe de rûniştîn in .Armanca me ya sereke, em bihêlin rola jinê ji derveyî malê jî çalak be û em bawer bikin ku rola wê di guhertinê de gelekî heye .Radyoya Jîn ji jinên hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên deverê re ye, eger  xwende be  yan jî  nexwende be, keç be yan jî jin be.

 

*Hûn çawa dikarin rola jinê di civakê de çalaktir bikin?

Dema ku jin karibe bi deng û hewildanên xwe yên taybet, pirsgirêk û xwestekên xwe bîne zimên, ev yek dihêle ku baweriya jinan bêtir bi nefsa wan bê. Ev bawerî rê dide jinê ku di civakê de çalaktir bibe, û ev yek armanca me ye. Helbet ku jin kar bike û bi taybet di warê ragihandinê de, dê rola wê di civakê de çalaktir be.

 

* Projeyên we di paşerojê de?

Sebaret bi me, bîroka êzgeheke jinan guncawtir e, ev piştevaniya binemalan dike, ku keçên xwe û xizmên xwe ên jin bişînin, û dibe ku ên mayî bi tûjahî çavdêriyê bikin, niha em hêj di qonaxa pexşirandina taqî(test) de ne, 4 demjimêran rojane ji demjimêr diwazdeh ta çarê êvarê û emê di rojên bê de bixebitin, da em bajarê Amûdê û gundewarên wê binuxîmin li ser şepêla 104FM û emê bixebitin ji bo pirkirina demjimêrên pexşanê û curbicurkirina programan, emê rêçana pexşana xwe berfireh bikin, da ku hemû bajarên herêmê bi giştî werbigre.

Can Amûdê