Rojava News: Silêman Oso endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê got; ku kesên nahêlin Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) vegerin bo parastina deverên xwe bikin, PYDê û rejîma Esed in.
Kurdistan:Niha PYDê êrîşî xwepêşandanan dike, we ev yek çawa dît?
Silêman Oso: Xwepêşandanên ENKSê li hemû bajar û bajarokên Kurdî li dijî kiryarên PYDê berdewam in, ku yek ji sedemên koçberbûna miletê me ji Kurdistana Sûriyê ye, xwepêşandana bajarê Hesekê xwepêşandanek aştiyane bû, lê mixabin mejiyê PYDê nema van xwepêşandanan tehmul dike, herwiha alîgirên xwe berdan nav xwpêşanderan û êrîşî wan kirin û li wan jî dan. Ev bûyera ku di xwepêşandana Hesekê de çê bû, ne demokratiya PYDê li hemberî aştiyê dide xuyakirin. Di xwepêşandanên berê de yên li dijî rêjîma Beis, di dema ku rêjîma Esed bihêz bû, karên mîna lêdan û êrîşkirina li ser jinan tine bûn. Bi rastî ew karekî gelekî nebaş bû.
*We ev yek li ber çavê xwe danîbû ku PYDê êrîşî xwepêşandanan bike?
Her tişt ji PYDê tê pêşbînîkirin, lê me texmîn nedikir ku li Hesekê bi vê tûndiyê û bi şêweyekî hovan e li xwepêşanderan bidin, û bi vê yekê jî PYDê riwê xwe yê rasteqîne û durist ji xelkê û hemû hêzên Kurdistanê re eşkere kir. Divê hemû hêzên Kurdistanê li ser vê yekê rawestin û bizanibin bê gelo çema PYDê kiryarên wisa dike, di dema ku navê demokatiyê bi hemî dezgehên xwe ve dileziqîne. Cadeya Kurdî bi temamî tevgerê dike, û em wekû ENKSê gelekî xweragir bûn, lê xweragiriya me ne ji tirsekê ye, lê belê armanaca me ku milet rûbirûbûyê çekdarên wan nebin, û şerê birakûjî çê nebe, lê ew şaş têgihan. Me dît çawa milet bi sêweyekê berfireh tevlî van xwepêşandanan dibin li Dêrikê,Çilaxe, Qamişlo û Hesekê.
*PYDê ji berfirehbûna xwepêşandanan ditirse?
Bê guman, wê PYDê ji xwepêşandanan bitirse, û derketina me ya xwepêşandanan, ji ber wê yekê hat ku cemawer û alîgirên me zext û fişar li me dikirin, da ku di riwê kiryarên PYDê de rawestin. Cadeya Kurdî nema kiryarên PYDê tehmul dike û wê roj bi roj ev xwepêşandan berfirehtir bibin, û ew nameyeke ku PYDê bi tena xwe nikare rêveberiya Kurdistana Sûriyê bike. Em hêvî dikin ku PYDê li xwe vegere û sînorekî ji van kiryarên xwe re deyne.
*Hûn ji şerekî navxweyî natirsin?
Di baweriya min, PYDê bi van kiryarên xwe dixwaze ku em jî wekû wan bersiveke tund bidin, ta ku çekan li dijî me bikar bîne, lê em wekû ENKSê, me hemû xwecihiyên xwe agahdar kirinem ku PYDê çiqas tûndiyê li dijî wan bikar bîne, divê ku ENKSê li ser aştiya xwe berdewam be.
*Gelo di paşerojê de, wê siloganên we xurtir bibin mîna rûxandina PYDê?
Xwepêşandanên me dê berdewam bin û biryarên me wê di dema xwe de derkevin, û ez naxwazim tiştekî pêşwext bibêjim.
*Berdewamiya xwepêşandanan çawa dibîn î?
Li gorî agahiyên me, hin kes di nava rêveberiya PYDê de ji van kiryaran nerazîne, û gelek ji wan eşkere dikin ku divê em ligel hev deverên Kurdî birêve bibin.
*Pêngavên ENKSê piştî xwepêşandanan?
Niha xwepêşandanên me berdewam in, û roj bi roj berfireh dibin, û em razîbûnekê libal miletê xwe dibînin, em naxwazin pêngavên piştî van xwepêşandanan raghînin, bi rastî her wê planek li cem encumenê hebe bo pêngavên bê.
*Niha hûn li Herêma Kurdistanê ne, we hêzên siyasî ji kiryarên PYDê agahdar kiriye?
Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê li ser partiyên Kurdistanî geriya, di wan serdanan de, me bi zelalî ji wan aliyan re behsa asta ku miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê têde derbas dibe kir, herwiha me behsa kiryarên PYDê jî bi berfirehî kir, û me partiyên siyasî dîtin, û me ji wan re da xuyakirin ku divê bi erkê xwe rabin, ji ber ku îro roj rewşa Kurdan li Kurdistana Sûriyê xerab e, û wê bandora vê yekê bi xurtî li ser Herêma Kurdistanê jî hebe. Em bang li wan hêzan dikin ku ji kiryarên PYDê re sînorekî deynin.YNKê amadebaşiya xwe jî anî ziman.
*Gotara Mela Bextiyar li Rimêlanê bervûvajiya vê yekê bû?
Tiştê ku Bextiyar got; bersiva wê hate dan, û gotina YNKê di kongreya Pêşverû de, ne mîna gotina Mela Bextyar bû. Di hevdîtinên me de ligel YNKê, navborî mukir hat, ku ew ne bi hemû gavên PYDê re ne, herwiha YNKê eşkere kir ku aliyek bi tene xwe nikare Kurdistana Sûriyê birêve bibe.
*Çûna we ya Tirkiyê derbarê çi bû?
Me çend hevdîtin ligel aliyên navdewletî yên ku bandora wan li ser rewşa Sûriyê heye pêk anî, me li Hewlêrê qunsilê Rûsî dît, herwiha em bi qunsilê Ferensî re jî civiyan, me hin civîn bi balyozxaniyên Ewropî re li Tirkiyê pêk anî, û me nameyek gihande wan, ku em wek gelê Kurd pêkhatiyeke sereke ne di Sûriyê de, û rola me di şoreşa Sûriyê de rolek sereke bû, û nabe ku Kurd bêne piştguhkirin û divê şandeke Kurdî ku nûnertiya miletê Kurd bike di her danûsitendinekê de derbarê Sûriyê beşdar bibe.
* Dê ev şand ji derveyê Îtîlafê be gelo?
Em pêşinyar dikin, ku şandeke Kurdî serbixwe hebe jibilî şanda Îtilafê, da ku bêhtir nûnertiya Kurdan bike.
*Bersiva wan aliyan çi bû?
Dibêjin ku ew bi vê yekê re ne, û divê di Sûriya paşarojê de mafên pêkhatan bête parastin.
Derbarê vegera Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê çi ji were hate gotin?
Ew bi xwe jî vê yekê tekez dikin, lê diyar e hin danûsitendin di vê derbarê çê dibin, û nameya me ew e, yê ku li dijî derbasbûna Pêşmerge derbikeve helbet piştevaniya terorê dike. Dema ku em dibêjin teror sînor derbas kiriye, û bûye gefek navdewletî, û ev karê terorî yê ku li Ferensa çê bû, nameyek ji bo cîhanê bû, ku teror ne tenê wê li Sûriyê bimîne, lê belê wê derkeve ta bighêje Ewropa û Amerîka, ji ber vê jî, yê ku li dijî derbasbûna Pêşmerge bo Kurdsitana Sûriyê radweste piştevaniya terorê dike.
*Derbasbûna Pêşmerge rêjîma Esed jê ditirse yan PYDê?
Her du ji vê derbasbûnê ditirsin.
Serok Barzanî çi ji were got?
Civîna ligel serok Barzanî li ser daxwaza me bû, berya her tiştekî me pîrozbahiya rizgarkirina Şingalê li cenabê serok Barzanî kir, me spasiya xemxwirî û bihewarçûna Barzanî bo doza gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê kir, û daxwaz jê kir, ku li navendên cîhanê piştevanê doza me br, bi taybet ku wê di demeke nêzîk de civîneke berfireh ya opozîsyona Sûriyê lidar bikeve. Serok Barzanî behsa qehremaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û bi taybet li Şingalê, û me jê xwest ku alîkariya Pêşmergeyên me bêhtir bike.
NalînHesen-Rojnameya Kurdistan
