Osman Ocalan: Di redkirina ala netewî de destê îranê heye

Osman Ocalan: Di redkirina ala netewî de destê îranê heye

Rojava News: Her çend helwesta PKK’ê ya di derbarê Ala Kurdistanê de bê texmînkirin jî, ji ber ku babeteke hestiyar e, heta niha di vê bareyê de PKK’ê daxuyaniyeke zelal nedaye. Lê piştî êrîşa Ala Kurdistanê ya li Girgê Legê, li gel nerazîbûnan, meraqa helwesta wê jî bilind bû. Kevne Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Osman Öcalan da zanîn ku di 2004’an de baskê kurdewar ê PKK’ê hatiye têkbirin û ji ber ku baskê çepgir serdest bûye, Ala Kurdistanê ya ku di 2002’yan de wek fermî ji alî PKK’ê ve hatiye qebûlkirin, cardin hatiye redkirin. Öcalan anî ziman ku redkirina alayê bi redkirina serxwebûnê ve têkildar e û ev bi destê Îranê hatiye kirin.

Piştî ku li Rojava, li navçeya Girkê Legê yê Cizîrê asayîşê di 17’ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê de êrîşî Ala Kurdistanê kir û ev li her çar perçeyên Kurdistanê bû cihê nerazîbûnê, helwesta PKK’ê û Rêveberiya Rojava ya di derbarê Ala Netewî ya Kurdistanê de dîsa hate rojevê. Endamê Berê yê Konsaya Rêvebir a PKK’ê Osman Öcalan beri çendekê di daxuyaniyekê de ragihand ku di 2002’yan de bi îmzeya wî Ala Kurdistanê ji alî PKK’ê ve wek fermî hatiye qebûlkirin. Öcalan ji BasNûçe’yê re axivî û amaje bi helwesta PKK’ê ya di vê babetê de kir û anî ziman ku ji bo têgihîştina vê helwesta PKK’ê divê bê zanîn ku PKK ji alî kî ve tê birêvebirin. Öcalan got: “PKK ji nav tevgera çepgir a Tirkiyeyê derket, lê bi taktîk û stratejiyeke ku nûnertiya kurdan bike dest bi xebatên xwe kir. Lê belê tu carî ji bandora çepgiriyê rizgar nebû. Di nav PKK’ê de baskê çepgir ango koma Enqereyê û baskê kurdewar hene û ev bask her rikberên hev bûn. Carcaran çepgir carcaran jî kurdewar serdest bûn. Lê di destpêka salên 2000’an de ev bask ji hev dûr bûn.” Öcalan diyar kir ku dewletên herêmê yên ku bi geşbûna hestiyariya netewî aciz dibûn, hewl dan ku di nav PKK’ê de baskê çepgir serdest bibe û yê netewî têk biçe û got: “Di 2004’an de, aliyê netewî yê ku li dora min kom bû gav bi gav hate têkbirin. Piştî vê pêvajoyê PKK’ê hêdî hêdî dest bi redkirina Ala Kurdistanê ku di 2002’yan de ew bi fermî wek ala netewî qebûl kiribû kir.”

“Îranê Ala Kurdistanê bi PKK’ê da redkirin”

Osman Öcalan, da zanîn ku di 2002’yan de bi pêşniyaza Zubeyîr Aydar û çend kesên din, wî pêşnûmaya Ala Kurdistanê pêşkêşî konseya PKK’ê kiriye, pêşniyaz hatiye qebûlkirin û li ser navê konseyê wî ev biryarê îmze kirî ye. Öcalan diyar kir ku ji ber ku wê demê baskê netewî bi hêztir bûye ev biryar hatiye qebûlkirin, lê di 2004’an de ji ber zextên Îranê, baskê netewî hatiye tasfiyekirin. Öcalan wiha dom kir: “Ji 2004’an şûnve PKK’ê, gellek caran ragihand ku ew serxwebûnê red dike. Bi vê redkirinê re jî reda Ala Kurdistanê pêk hat. Çi Îslamî, çi jî çepgirên dewletên serdest dema ku mesele tê ser kurdan ji xwe re netewperwer in lê ji kurdan re înkarperest in û ev polîtîkayên hanê bi awayekî di nav PKK’ê de temsîla xwe dibîne. Divê rikberiya PKK’ê ya ji serxwebûnê û Ala Kurdistanê re di vê rîwangeyê de bê dîtin. Bêguman li her çar perçeyên Kurdistanê heman formulasyon ne pêkan e, lê belê ger ku li hin perçeyan serxwebûn pêkan be, ev mafê netewî yê kurdan e û divê kurd vî mafê xwe bikar bînin. ”

“Gel û gerîlla ne hevalbendên vê helwestê ne”

Li ser pirsa BasNewsê ya di derbarê helwesta gel û gerîlla de Öcalan anî ziman ku di van bebetan de helwesta gel û gerîlla erênî ye û got: “Ger ku ankêtek bê çêkirin, ez bawer dikim ku wê ji sedî 80 endamên PKK’ê di derbarê serxwebûn û Ala Kurdistanê de erênî bersiv bidin. Hem gel û hem jî gerîlla xwedî helwesteke netewî ye. Di nav PKK’ê de tenê beşeke piçûk a elît ku van red dike heye, lê belê ji ber ku di mekanîzmayên rêveberiyê de serdestin, bi perwerdehî û propagandayê gerîlla û gel di bin bandora xwe de dihêlin.”

“Bawer nakim ku Abdullah Öcalan li dijî serxwebûnê ve”

Di derbarê helwesta Kekê xwe, Serokê PKK’ê Abdulah Öcalan de jî Osman Öcalan anî ziman ku Kekê wî Abdulah Öcalan, li gel ku netewperweriyê red neke jî, xwedî nêzîkahiyeke çepgir e, lê belê ew çepgiriyê bêtir wek amûrekê bikar tîne û bi vî awayê xwe ji çepgirên din vediqete. Öcalan wiha dom kir: “Ji bo Birêz Abdulah, kurdayetî nirxeke pîroz e û xwedî lê derdikeve. Lê belê li cem wî, di nav kurdayetî û çepgiriyê de hevsengiyek heye, yekî ji ya din girîngtir nabîne. Abdulah, tu carî bi şêweyeke teng nêzîkî meseleyan nabe. Ez bawer nakim ku ew li dijî serxwebûn an ji dewletbûnê be. Lê belê ku şert û merc pekan nebin jî, ew di vê helwestê de ne pêgir e.

“Êrîşa Ala Kurdistanê şaşiyeke mezin bû”

Di derbarê êrîşa Ala Kurdistanê ya li bajarokê Girgê Legê ya Rojava de jî Osman Öcalan rexne li PKK’ê kir û anî ziman ku PKK’ê şaşiyeke mezin kirî ye got: “Ne gelê Rojava û ne jî hemû kurd wê vê êrîşê qebûl nekin. Divê PKK vê şaşiya xwe bibîne û helwestên xwe careke din binirxîne. Divê helwesta xwe ya dijayetiya Ala Kurdistanê biguherîne. Dibe ku Ala Kurdistanê pîroz nebîne, lê belê mafê wê tune ye ku dijayetiya wê bike. Êrîşa nasnameya gelê kurd bi çi sedemê dibe bila bibe naye qebûlkirin.

“Serhildanên bajaran rêbazeke şaş e”

Di derbarê şerê ku li bajarên Bakur de jî Öcalan amaje bi wê yekê kir ku PKK, nêzîkî salekê ye ji kesayeteke behredar ê wek Apo bêpar e, biryar bêyî Apo têne stendin, ji ber vê yekê kapasîteya rêveberiya PKK’ê ya ku biryarên rast bide tune ye û bi vê kapasîteya xwe biryara pêngaveke şerê sengerî daye û ev şer dikare ziyaneke mezin bide PKK’ê. Öcalan mînaka sala 92’yan a şerê sengerî ya li Şernexê da û dom kir: “Wê salê PKK’ê ezmuneke serhildane pêk anî, lê e ezmûn bu sedema gellek şehadetan û bi ser neket. Piştî vê ezmûnê Birêz Abdulah Öcalan serhildan û şerê sengerî ji rojeva xwe derxist. Di mercên îroyîn de her çiqas bi dafdana hêzên derve PKK’ê dest bi pêngaveke wiha kiribe jî, li Kurdistanê, li dij teknîka herî pêşketî hewldanên serhildanê bi ser nakevin û wê ziyaneke mezin bide PKK’ê. PKK’ê di pêvajoya aştiyê de amadekariyên şer kir û ev rêbaz ziyanê dide kurdan. Tekoşîna siyasî tekane rêbaza serkeftinê ye û ger ku di serokatiya Erdoğan de mafê kurdan bê dayîn bila bibe. Dive aliyê siyasî bi dûrişmên çend çepgirên tirkan tevnegere.”

“Sala bê sala dewletbûnê ye”

Di derbarê amadekariyên referandûmê yên li Başûr de jî Öcalan anî ziman ku li Kurdistanê rikberiya xeta serxwebûnparêz û xeta înkarê heye û dom kir: “Ev xeta înkare li Başûrê Kurdistanê, di dema ku şerekî dijwar û qeyraneke mezin a aborî hebû de, li dij serokatiya Birêz Barzanî şerekî da destpêkirin. Lê bi rizgarkirina Şengalê û bi gavên dîplomatîk ev êrîş hatin rawestandin. Vê xetê li Bakurê Kurdistanê jî xwest ku Apo berteraf bike. Bi giştî hate xwestin pêşî li serokatiyên kurd bê girtin. Lê belê Başûr, her hem bûye navenda tevgerên kurd û îro ji her demê bêtir nêzîkî serxwebûnê ye û ez bawer dikim ku sala bê ew ê bibe sala dewletbûna Kurdistanê û bi vî awayî ew ê rêya hemû tevgerên kurd diyar bike.”

12:47:32