Dr. Suleyman: “Derbasbûna peşmergeyên Roj ji bo hemû deskeftên Kurdînî weke gerantiyeke ye û tedbîrekê ji bo PYDê”

Dr. Suleyman: “Derbasbûna peşmergeyên Roj ji bo hemû deskeftên Kurdînî weke gerantiyeke ye û tedbîrekê ji bo PYDê”

Rojava News hevpeyvîneke teybet li gel Dr. Suleymankir.

Dr. Suleyman (Sait Çurukkaya ) Siyasetmedarekî ji bakurê Kurdistanê û nişteciye Elmanyayê ye û ji dema ku li Herêma Kurdistanê şerê DAİŞe detpêkiriye wekî peşmergeyekî xwebexş û pisporê leşkerî  di raheneriya Peşmergeyan de cîh digrî.  

 

Rojava News:  Ji dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê 5 sal li pişt xwe hêlane,  tû rewşa siyaset û rêxistinên kurdî di qada civakî de çawa dinêrxînî?

Dr suleyman Sait Çürükkaya:  Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê derfeteke mezin kete destê Kurda, da bi yekalî beşdarî hemû guhrankariyan bibin û di mecrayê siyasî de cîh bigrin.

Birêz Serok Berzanî di destpêkê de ew rewş dît û yekser ji bo  yekalîkirina tevgerên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, destpêkê li Hewlerê piştre jî li Duhokê civîn lidarxistin.  Yekalîkirina rêxistinên siyasî  di siyaseta cîhanê de wê bêhtir encamên erenî bi dest bi anîna. Yekbûna Kurda hemen demê li Sûriyeya ku ta îro Kurd bi nasname û hebûna wan  qebûl nekirine jî dibû cîhê xwe bi hêzkirinê û bi destxistina nasnameyê .  Hemen demê parastina bajar û gundê kurda jî di dananasîna xwe de  gelek girîng bû.

Mixabin nakokiyê di navbera siyasêta Kurdê Rojava de nahêle ew yek encam bistîne.

Pêwîst bû di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê de ENKSê jî yekîneyên leşkerî ji bo parastina herêmên Kurda ava kiribûna û herî kêm berevaniya heremeke wek Qamişlo bide ser milê xwe. Ji ber ku wê demê PYDê jî ewqas xwe xurt ne kiribû.

 

Rojava News: Di derbarê Damezirandina PYDê de tû karî çi bêjî?

Dr. Suleyman: PYDê di salê 2003an de  li Qandîl bi biryara PKKê û bi destê Osman Ocalan hatiye avakirin.

Dema şerê navxweyî yê Sûriyê derfet hebû, rêjîm lewaz bû PYDê xwe xurt kir eger ENKSê jî hewla kontrolkirina heremê di aliyê berevaniyê de bidana  wê gelek bihêztir bûna.

Tê zanîn:  PYDê û PKKê ji ber ku hêzeke leşkeriye   rûdina wê ji bo hemû pirsgirêkan bi vî rengiye, û dibêjin “em xurtin em xwedî biryarin”. Eger PYDê dibin fişarê de bimîne tê Hewlerê hevdîtinan dikê, di celseyê civînan de dibêje ”Başe em desteya Bilind ya Kurda ava bikin, û bila ew nûnerê me bê, em hemû li gor wê tevbigerin” lê mixabin dema dizîvirê Rojava cardin tû kesî nasnakê û qebûl nakê. Û di warê leşkerî de nebûna wan weke kêmasiyekê dibîne daku kesî beşdarî û xebatan nekê.

 

Rojava News: PYDê li Rojavayê Kurdistanê dijbereya li himber xwe tunne dikê û hemû rengên din bê deng dikê, ma na payinî ku hêzên bê dijbere di çewisin û ji hêz dikevin?

PYDê xwe rast dibîne. Xwe di civakê de damezrenerê azadî û demokrasiyê  dibînî. Û xwe weke nunerê hemû beşên civakê jî dibîne.  ji ber wê yekê jî dibêje “ewê ku dijberin pêwiste werin tevlî me bibin”. Di nava PYDê de Tirkmen, Asurî, Ereb, çepê Tirk hene li gel wan pirsgirêka jiyan nakê, tenê li gel rêxistinên Kurda pirsgirêkan jiyan dikin,  ji ber ku di cihanê de xwe wek esil xwediyê siyaseta Kurda dibînin û qebul nakin ku hin kesên din ji bo berjiwendiya kurda karên siyasetê birêve bibin. Bi raya wan ew kesê ne li gel wan an sîxurin an jî bi dijminê wan re tevdigerin. Li gorî wan Kurdek li ku dera cihanê hebê pêwiste tevlî wan bibe. Ev nêzîkatiya wan dibê sedem ku derdora wa vala bibê, û her biçê lewaz bibin, dema azadiya fikir nêbê xelk nikarin jiyan bikin. Dema Saddam xelkê Iraqê bêhtir dewlemend bûn lê xelk ne azad bûn ji ber wê jî ne razî bûn.  Sûriye di dema Esad de hemû kes ji aniha bêtir dewlemend bû jiyaneke bi rêk û pêk jî hebû li xelk ji vê xoşhalnebûn azadiya ramanê wan tûnne bû. Îro hemû cîhê ku dibin kontrola PYDê de ye aramî heye û parastina xelkê tê kirin,dibistan hene hin xizmetê din jî hene, lê mixabin ji bo ku azadiya ramanî tunneye xelk direvin û xelkê ku ne layengirê PYDê ne ji bo xwe deverê bi ewlehî nabînin.

 

Rojava News: Tu dikarî hinekî  yek partîbûnê ji mere şirove bike!

PYDê ew tecrubeya yek partîbûn ku li cîhanê bi dehan, sedan cara berê hatiye tecrubekirin û bi ser neketiye careke din ji bo xelkê Kurdistanê dixwazî bimeşîne, lê belê îro hêzê  cîhanê jî bi çavekî baş li vê nêrina yek partî bûnê nanêrin.  Ka li kudera cihanê bi yekpartî hemû pirsgirêk têne çareserkirin.

Li gorî PYDê ew gelek demokratîkê û di nava wan de gelek partî hene. Lê belê mixabin bi xwe damezrênertiya wan partiya teva kiriye. Li gorî PYDê eger partiyê dijbere lazim bin wê ew dijbereyê ava bikê, yanî ew jî gerek dibin kontrola wê de be. Dema ku komara Tirkî nû hatiye avakirin, gelek kesên çepgir yê xwedî ramanên kominîzmê dixwastin partiyekê ava bikin, wê dema desthilatdariya Tirkiyê derfet nadê wan û got “eger partiyeke çepgir pêwist bê emê ava bikin” Bi vî şewayî nabê.

Pêwiste xelk xwedî mafê bijareyê xwe bin, siyaset û partî hebin, hilbijartin bêne kirin kî biserkevin wê ew îdare bikin. Na bêjin me şer kir me berevaniya wan dera kiriye  emê heta bi hetayê li vir desthilat bin. Artêş ji bo berevaniyê hene lê pêwiste dema siyasetê jî xwe bidê aliyekî da pisporên civakê û yên siyasî ji bo berjiwendiyê civakê hewil bidin. Şer û qehremanî tiştekî başê lê li ser vê desthilatdarî nayê ava kirin.”

 

Rojava News: Aniha Hêzên Roj yê ji bo Rojavayê Kurdistanê hene ji ber çi nikarin derbasî Rojava bibin, eger li gel YPGê weke dû hêza di berevaniya Rojava de cîh bigrin di aliyê leşkerî de dibê sedema lewazbûn an jî xwûnrêjiya kurdan?

Bi rastî di aliyê leşkerî de  nabê sedema tû astengiya. Îro  hêzên bi ser HPGê li Kerkûk û li gelek deverê din li gel hêzên peşmerge şer dikin, Ez li Şingalê bûm, min dît, , YPŞ-HPJ-HPGê û hêzên peşmerge bi hevdûre karibûn şer bikin, li wan devera nebû  cîhê lewaziyê çima li Rojavayê Kurdistan ji bo Hêzên roj dibê sedema lewaziyê?  Nakokî ne leşkeriye.. siyasiye, PYDê nexwazî tû hêzê din yê Kurd li Rojava xurt bibin.  Beşek ji gel nekû dijî PYDê ye nêrina wan cûdaye, dema peşmergê Roj biçin wê bêhtir xwe nêzîkî wan bikin û PYDê ne ji bo şer ji bo wê yekê cîhê lewaziyê dibîne. Çendîn hêz hebin çendin tektîkê cûda hebin û bi hevdûre şerbikin wê berevanî xurttir bibê û di aliyê manewî de jî wê gel bêtir piştgiryê bide.

 

Rojava News: Li herêma Kurdistanê tecrubeya dû hêzî tê jiyan kirin û ew jî dibê sedema hin astengiyan, gelo hemen tecrube di serê rojava de jî derbas nabê? 

İhtîmal heye.  Demokrasî her çendê îdareyeke xwedî kêmasî jî bê hîna pergalekî ji wê baştir nehatiye dîtin. Çendîn fikrên cûda hebê ewqas başe. İmkan tunneye yekpartî yekhêz hemû pêdiwiyê civakê cîbicîh bikin. Eger ew rastî hebê wê demê çima em jî nikarin  li gor pêdiwiyê wê îdareyekê bireve bibin. Ji fikir û tercîhên cuda  metirsî tunneye.

Li Herêma Kurdistan dema Goran, YNK, PDKê ji bo nêrxê netewî yekalî bin, lê di hemû nêrînê din de cûdabûn jî hebê ew dewlemendi ye. Di şer de ta niha beşdarbûna pêşmergeyan de tû metirsî rû nedaye. Serok Berzanî jî gotiye careke din em rê nadin şerê birakujî der bikevê. Bi rastî li jor di aliyê siyaseta partiyan de gelek nakokiyên siyasî hatin jiyankirin lê hêzên peşmerge yê 70 û 80 nebûn alî û xwedî helwesta netewayî bûn.

 

Rojava News: Em Karin bêjin hêzên peşmergeyî roj wek garantiya netewîbûnê û bi hêzbûna nêrînên cuda ye?

Hêzên Roj gerek derbasî Rojava bibin.  Ji ber ku wê demê hêzên PYDê jî wê mecbûr bin wek hêzekê Kurdî tevbigerin û ji xeta netewîbûn dûr nekevin. Heger hêzên Peşmergeyên Roj derbasî Rojava nebin PYDê rojek dibe Hêzên Sûriya demokratîk, hêzên nizanim Esad an jî tiştekî din. Lê belê weke hêzeke Kurd xeta Kurdînî nikarê biparêze.  Eger Hêzên Roj biçin wê fişarê li ser hêzê wan bikê da wek hêzeke Kurdînî tevbigere. Ew jî wê ji bo kurdan destkefteke. Ewqas şehîd û berxwedanî û qehramaniya xelkê mê li ber avê neçê.

Ez derbasbûna peşmergeyên roj ji bo hemû deskeftê kurdînî wek gerantiyeke dibînim, û wek tedbîrekê ji bo PYDê dibînim.

 

Rojava News: PYDê çima pêwistî bi operasyonên leşkeriya neçar dibînî?

Dr. Suleyman: Îro li çar perçê Kurdistanê pêwistiya leşkeriya neçar tûnneye û sepandina wê gelek xetere. Bi zorê girtin û birina genca ji bo  tevlikirina şer gelek  şaşe. Weke mînak li Herema Kurdistanê şerekî mezin heye, lê belê leşkeriya neçar tunneye û bilakîs bi hezaran gencê kurda wekî xwebexş dixwazin bibin peşmerge, Wezareta peşmerge qebûl nake. Dema sîstem şaş bê wek Tirkî û Eraqê nêzîkatî li artêşê bikin û bi şewazekî dagirkerî leşkeriya neçar bisepênin wê demê çi ferqa hêzê Kurdî ji hêzê dagirker dimênî.  Ez bawerim PYDê ji bo ku wan malbatên dijberin tevlî sistema xwe bikê ciwana desteser dikê û ew jî dibê sedem ku  şuna xelkê Kurdistanê ber bi PYDê ve biçin  ji deverê koç dikin. Lê bele eger ji sistema xwe bawer bin wê ciwan bi xwebexşî tevlî refê PYDê bibin.

Ez bawerim Hêzên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin wê manewiyata xelkê bêhtir bilind bibê û wê bêhtir ciwan tevlî refên PYDê û hêzên Roj bibin.