Resûl:Welatiyên Kurdistana Sûriyê xweragir in

Resûl:Welatiyên Kurdistana Sûriyê xweragir in

Rojava News: Sebrî Resûl, nivîskar û endamê Desteya Rawêjkar ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê got; ku xelkê ku heta niha li Kurdistana Sûriyê mane xelkekî xweragire, û ev yek bi xwe jî xebat e

Kurdistan:Rewşa bajarê Qamişlo çawa ye?

Sebrî Resûl:Rewşa Kurdistana Sûriyê û ya bajarê Qamişlo gelekî xerab e, ji aliyê jiyana rojan e ve, xelk astengiyên wan hene, mîna buhabûna madeyên xwarinê, û pirê caran nebûna wan, pereyên Sûrî gelekî nirxê wan daketine, beramber vê yekê buha bûn jî heye, û ev yek dibe astengiyeke mezin û tê pêşiya welatiyên Kurdistana Sûriyê. Herwiha derfetên kar ji xelkê re nema ne, berê derfetên kar hebûn, û xelkê xwe pê xwedî dikir, lê niha ne wisa ye. Teqînên ku li  Kurdistana Sûriyê rû didin ew jî dibin asteng li pêşiya welatiyan, ku jiyana wan ya  rojan e dikeve metirsiyê de.

Rêjeya mabûna milet çawa ye?

Koçberiyeke mezin rû daye, û bi taybet Kurd, wan koçberan malên xwe firotine, da ku bighêjin Ewropayê û bi rê de gelek ji wan jî rastî astengiyan hatine, mebesta wan jî ew bû ku cihekî aram ji malbatên xwe re dabîn bikin. Koçberiya Kurdan li bajarê Qamişlo ji ya Ereb û Xiristiyanan bêtir e. Dema ku em li bazara Qamişlo dimeşin diyar e ku riwê xelkê hatiye guhertin û xelkekî nû biyan hatiye.

Encamên vê koçberiyê dê çi bin?

Koçberî yan koçberkirin wê encamên wê di paşerojê de nebaş bin, ji ber ku demografiya deverên Kurdî tê guhertin û Ereb şûna Kurdan digrin, ti serjimartinên fermî ligel me nîne, lê xuya ye bê çawa ziman tê guhertin, demografî û çand tê guhertin, û ew kesê zane jî, ji nav me bar dikin. Dikarim bibêjim ku xelkê ku heta niha li Kurdistana Sûriyê mane xelkekî xweragire û ev yek bi xwe jî xebat e.

Di rojên sermê de xelkê çawa xwe diqedand?

Sermayek zehmet hat, anî bîra me sala 2012an ku sermayek dijwar hat, ku wê demê sotemenî tine bû, tep, laylon ji aliyê xelkê ve dihatin şewtandin, lê îsla ji wê salê baştir bû, ji ber ku îsal mazot heye, nirxê wê ji 37-40 Leyreyên Sûrî ye, û ew mazot helbet ji tinebûnê çêtire, dûmana wê zêde ye, lê tê tehmulkirin. Mazota îsal ji ya salên berê baştir e. Eliktrîk tenê di rojê de du seatan tê, lê  niha motorên elikirtîkê hene, lê nirxê wê buha ye û her kes nikare ji xwe re wê bikşîne, bi sedema buhabûnê. Tenê ew mulde ji bo roniyê ye, ji ber ku tu nikare avê li ser germ bike.Xelkek heye nikare pereyên Ampêran bidin û bi taybet ew xelkê ku bê kar mane.

Alîkariyên mirovî dighên xelkê?

Karê belavkirina alîkariyan şaştî têde çê dibe, lê eger bi rêjeyeke mezin be dê ev yek bibe gendelî. Alîkariya vê dawiyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, û Encumena Niştîmaniya Kurdî ji wan wergirt. Rêjeya şaştiyê di belavkirinê de zêdetirî 10an bû, ji ber ku gazindê xelkê gelekî pir bûn, herwiha ev alîkarî ji bo xelkê bajarê Qamişlo yê belengaz gelekî  kêm bû. PYDê alîkariyan dide tenê hevalên xwe û kesên din ji alîkariyan bê par dimîne.

PYDê astengiyan ji derbasbûna alîkariyan re çê dike?

PYDê herî dawî li Tirbe Sipiyê û Til Temirê astengî çê kirin, ku destê xwe danî li ser beşekî ji wan alîkariyan, û gazin ji vê yekê jî hate kirin.

Ti dezgehên din hene?

Mixabin, ti alîkariyek berbiçav ji aliyê dezgehên navdewletî ve bo deverên Kurdî nehatiye. Li hin deveran alîkarî ji wan re diçin, lê ji me re nayên. Em ji du aliyan ve dorpêçkirî ne, DAIŞê ji aliyekî ve ku nahêle rê vebin û dergehên sînorî ji girtî  ne, ji bilî yê Sêmalka, û eger tiştek derbas dibe jî Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê destê xwe datîne ser, û bi kêfa xwe belav dike, ku tenê dide wan kesên nêzîkî xwe û yên din jê bê par dimînin.

Xelk van kiryarên PYDê çawa dibînî?

Xelkê Kurdistana Sûriyê bi tevahî ji PYDê ne razî ne, ji ber ku PYDê biryarên tek alî distîne û naxwaze ti kesî bi xwe re bike hevpişk, û em hemû dizanin bê li Kurdistana Sûriyê ne tenê PYDê ye, Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê heye, ku xwedan cemwerekî mezin e, û PYDê bi van kiryaran dixwaze wê dûr bixe û cemawerê wê jihev bixe û wan nêzîkî xwe bike, û ev yek şaşîtiyeke siyasî ye ku PYDê dike.
Sîpan Xelîl