Ebdilrehman Apo: Tevî astengiyan karê me berdewam e

Ebdilrehman Apo: Tevî astengiyan karê me berdewam e

Rojava News: Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê Ebdilrehman Apo got; ku rewşa bajarê Efrînê nebaş e, û xelkê wê ji hundir û derve de dorpêkirî ne.

Kurdistan: Rewşa Efrînê çawa ye?

Ebdilrehman Apo: Ji demek dirêj ve, rewşa Herêma  Efrînê di gelek astengiyan re derbas dibe, û nemaze rewşa xizmetguzarî, û ji ber pir sedeman tê. Ya  bêtir tên girêdan bi desthilata ewlehiyê û kiryarên wê, û dijatiya xwe ya eşkere di derheqa maf û mayîna gelê Kurd de. Wate tê nasîn ji hemî kiryarên vê desthilatê, û li gor zagonên û yasayên wan yên nerewa valakirina deverên Kurdistana Sûriyê ji Kurdan, da demografiyeke nû bînin holê. Hemî pêdeviyên jiyanê hene, û di nav destan de ne, lê bi nirxên gelekî buha ne, û ev jî çîroka dorpêçkirinê ne rast derdixîne, welatî dipirsin ger devera Efrînê dorpêçkirî ye ma gelo di kuderê re ev pêdevî  û kelûpel debasî Efrînê dibin.

Xelk çawa debara jiyan xwe dikin?

Rewşa xelkê gelekî dijwar  û çetin e, heger ne ji  kar û îşê xortan li Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ba, û piştvaniya wan ango şandina pereyan bo xizmên xwe, wê rewş gelek zehmet ba tevî berhemên hene li devera Efrînê (berhemên Zeytonan, Hinar, Genim..)..tevî ku pêdevî di nirxên bilind dane..

Berhemên we çawa tên firotin?

Ji  sê salan û bêtir ve, ev çîroka dorpêçkirinê li meydanê ye, lê tiştê tê xuyakirin, ku ev dorpêçkirina ku bi rêkeftineke veşartî di navbera desthilata ku nav lê tê kirin (Xweseriya Demokrat) û grûpên terorîst yên çekdar de, helbet di jêr sîwana rejîma Esed ya xwînmij de. Efrîna me nehat topbarankirin wek bajarên din, di van rewşên awarte de, lê hate darvandin di hemî astan de, û desthilta ku xwe bi darê zorê ferz kiriye bi vê rolê rabû, welatî talankirin di aliyê komkirina bacan de, xelk eşkere ji pereyan rûtkirin, berhemên xelkê herimandin, di jêr  navên netewî de. Em Karin bibêjin ku zora rêveberiya (PYD) ku  tîne serê welatiyên bajarê Efrînê gelekî ji ya komên çekdar yên terorîstî bêtire, ji ber ku ew dijminin, ma gelo ev çi ne.

Hûn kiryarên PYDê çawa dibînin?

Karê  ku bêtir tê kirin û cihê pirseke mezine, çima berdewamî di girtina welatiyan de pêk tê, û nemaze heval û layingirên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê. Mebest jê qirkirina hemû kesê ku  hilgirên projeya netewî ya Kurd in, ji ber ku rêya rasteqîne ye, û cihê tirsê ye li cem dijminên gelê Kurd e, di her rojekê de hevalên me têne girtin bê sûnc û sedem, hinek ji wan  di zûtirîn dem de têne berdan, û hinek jî bi salan girtina wan dirêj dike, û çarenûsa gelekan heta niha nediyar. Karê girtinê herdem li Efrînê tê kirin, û em dizanin ku ev kar mîna karê rejîma Esed e, û desthilata bi zorê alaveke di nava lepê rejîmê de ye, û tiştê ku jê tê xwestin pêk tîne.

Kampaniya îmzeyan li Efrînê çawa bû? Li gor arasteya Encumana Niştimaniya Kurdî ENKSê, derbarê helmet yan kampaniya yek Milyon îmze. Encumena Xwecihî li Efrînê bi alîkariya endamên partiya me, di nêzîktirîn dem de hejmara  ku me dabû ber çavên xwe (150000) îmze komkirin, me ev kampanî pêk anî, tevî astengiyên ku ji me re çê bûn wek (girtina bêtirî 20 hevalan û berpirsê encumanê Hisên Îbiş, û desteserkirina lîsteyên îmzekirî û çirandina wan lîsteyan), ev hemî kiryarên li dijî me ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hatin bikar anîn, lê tevî vê yekê, me karê xwe bi qehremanî berdewam kir, û xelkê me wefadariya xwe ji mafê Kurdan re dan nîşan, û bi Xwîna  tiliyan îmzeyên xwe kirin, ji ber ku ev car e yekem e rê li pêşiya wan tê vekirin, ku gelê Kurd karibe dengê xwe bighîne ser maseya danûstendinê, û welatên xwedî biryar û zulhêz.

Hûn karê siyasî çawa dikin? Rewşa me gelek dijwar e, ji ber ku jiyana me hemî dorpêçkirî ye, ji derve ve, û ji hundir ve jî, tebatî tine, metirsî baskên xwe herdem vedigre li jiyana xelkê, û nemaze li ser hevalên Partiya Demokrat  a Kurdistan–Sûriyê PDK-Sê, herdem têne armanckirin, û tên girtin, lê em bi canek pêdar rêya xebatê diqelêşin, û morala me bêtir dibe, çimkî em dizanin ku rêya me rêya xebat û rûmetê ye rêya rêbaza Barzaniyê nemire, rêya Kurdayetiyê ye, rêya Pêşmergeyatiyê ye, û em têde  ne poşmanin, hêviya min ji hemî hevalan ku em aramiyê herdem di xwe de biçînin, çimkî roja azadiyê nizîktire, û Kurdistan tê meydanê bi serpiriştiya serokê netewa Kurd birêz Mesûd Berzanî.

Sîpan Xelîl