Ismaîl Hesaf: Divê Kurd li Cenêvê xwedî projeyekî diyarkirî bin

Ismaîl Hesaf: Divê Kurd li Cenêvê xwedî projeyekî diyarkirî bin

Rojava News: Ismaîl Hesaf Sekretêrê Partiya Pêşenga Kurdistanê got; ku divê Kurd li Cenêvê xwedî projeyekî diyarkirî û zelal bin.

*Tu rewşa Sûriyê çawa dibînî?

Diyare ku Sûriyê, di gelmeşeyek şer de ye, û di qonaxeke pir aloz derbas dibe, ku êdî  ne bi hesanî tê çareserkirin. Şerê ku li Sûriyê heye, bi hemû qapan û pêweran, cengeke cîhanî ye, ji ber ku di vî şerî de zortirîn welatên herêmî û navdewletî yên peywendîdar têde beşdar in, ku li ser çend bereyan ango frontan têne belavkirin, ji bilî grûpên çekdar û terorîst.

Di rastiya xwe de, şerekî impiryalî ye, li ser berjwendiyên taybet birêve diçe. Dibêjin, dîrok nayê dûbarekirin, lê dibe ku bi merc û rengên nû dûbare bibe. Berî sed salî, Rojhilata Navîn û Kurdistan, ji aliyê kolonyalên Ewropî ve (Brîtanya û ferensa) hatibû perçekirin, ku îro miletê navçê cirma wê didin, ji ber ku hemû ew welatên ku ji nû ve û bi pîna hatibûn avakirin, dijî îrada gelên navçyê bû, û hestên wan yên netewî û olî, ne tenha li berçav nehatin dîtin, lê bi darê zorê hatin perçeqandin. Di sedsala 21an de, nemaze piştî kotayîpêhatina cenga sar  di navbera herdû cemseran, û helweşandina yekitiya Sovyetê, şert û mercên taze peyda dibin .Dibe ku pêwistîyeke dîrokî hebe, nemaze piştî  peydabûna guhertinin  bingehîn di terazûya hêzan de, ku Kurdistan û Sûriyê hêla navcîbûnê be, bi ristina sîstemeke nû ku guhertinin sînorî beşek be jê. Çimkî, ji alîkî ve edalet û yeksanî di Sayiks-Bîcot de tune bû, û ji alîkî din ve xwediyê wê (Brîtaniya û Ferensa) rola caran jidest dane.

Lewra, bi dîtina min, ev tiştên ku li Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê diqewimin, berdewambûna wan rêkeftin û peymanên kolonyalîzmîn e weke (Saykis-Bîcot ) û Lozanê, ji ber ku tovên nekokiyê û tevdanê hatine çandin.

* Niha Cenêv 3 hatiye rawestandin, tu çarenivîsa Cenêvê çawa dibinî?

Berî her tiştî, ji bo Cenêva sê, ti kar nehatine kirin di warê  dîtinên stratîjiyeke zelal û hevrêk. Raste, armanca rasterast ji Cenêvê çareserkirina krîza Sûriyê ye, lê di praktîkê de pirsa Sûrî, bûye beşek ji nakokiyên giştî di navbera welatên herêmî û navdewletî de.  Bê misogerkirina berjewendiyên welatên zilhêz nemaze Rûsya û Amerîka û hevalbendên wan di Sûriya nuh de, hîç lihevhatinek (lihevkirinek) pêk nayê. Hêjayî gotinê ye, ku qeyrana Sûrî, ji zû ve ji destê xelkên Sûriyê derketiye. Îro di Rojhelata Navîn de, dûbendî di navbera welatên dijber li ser Sûriyê peyda bûye, ji alîkî ve Tirkya, Erebistana Siûdî û Qeterê, ji alîkî din ve Îran û hevbendên xwe ne. Tiştê balkêş ew e, çawa miletên Sûriyê pişta  xwe bi van welatan girê didin ku sîstemek demokrat li Sûriyê cîbicî bikin, ku bi xwe rêz li mafê mirovan di nav xwe de nakin. Ne Rûsya, ne Amerîka, heta îro roj, ne xemxurê gelên Sûriyê ne, wê qeyrana vî welatî berdewa be, heta ku herdû welat (Rûsya û Amerîka) biryareke hevbeş li ser çaresekirina pirsa Sûrî bi şêweyekî aştiyane werbigrin.

* Rejîma Esed topbaranê ranawestîne, rejîm çi dixwaze?

Rejîma Beis weke rejîmeke totolîtar û istixbaratî, baweriyê bi çareserkirina pirsgireka Sûriyê bi rê û rêbazên demokratîk nayne, lewra dixwaze vê kêşê tenha di riyên zorê, şer û mîlîtarîzmî de çare ser bike, ku dirêjayê bi mana xwe bidin.

* Rola Rûsya çi ye?

Eger ne Rûsya bana, rejîma Esed ji mêj ve di rûxa ba. Şer di navbera Mosko û Waşinton li ser perçekirina navçeyê ye, Rûs temaşeyî Sûrî dikin wek bingehekî serbazî û stratîjîk ji mîrasa Sovyetî, bi hîç şêweyek  Krimlîn dev ji Sûriyê bernade. Hate xuyakirin bê razîbûna Rûsya, pirsgirêka Sûriyê nayê çareserkirin.

*Amerîka li benda çi ye gelo?

Li pêş Amerîka çend armanc mane: Nehiştina jêrxana Sûriyê ku 50 salên din bi ser xwe ve neyê -Pêkanîna terazûya hêz (havsengî hêz) ku cihê Sûriya di nav de nebe- Misogerkirina berjewendiyên xwe -Peydakirina rejîmeke alternatîv li Şamê, ku ji Esed baştir be, ji bo ewlahiya  Îsraîlê

*Divê Kurd çi bikin di kongreya Cenêvê de?

Kurd di Cenêvê û bi giştî divê bi nûneretiyeke hevbeş û fireh herin giftûgoyan- Divê Kurd bi dosyeke taybet beşdarî Cenêvê bibin - Gerek nûnerên şanda Kurdî ji kesên pispor û tiknoqrat pêk were, hîç mehsûbîyetekî hizbî teng bi xwe negre-Divê Kurd xwedî projeyekî diyarkirî û zelal be.

Sîpan Xelîl-Hewlêr