Zozanî: Bila guhdan li peykersaziyê we re kirin

Zozanî: Bila guhdan li peykersaziyê we re kirin

Rojava News: "Ez dikarim her tiştekî çê bikim û qelafetê wî bi guhertin bidim" bi van gotinan peykersaz Ebdilxaliq Şêxmûs ku bi Bavê Ebdo Zozanî tê nas kirin, dest bi axaftina xwe bi me re kir.

Zozanî ji rojnameya Kurdistan re li ser jiyana xwe axivî û got "Ez di sala 1974an li bajarokê Dirbêsiyê jidayik bûme, pişt re ligel malbata xwe hatim bajarê Serê Kaniyê û li wê de bandora çem û daran li min hebû û ji ber vê yekê min dest bi şêwekariyê kir dema ku ez şagirtê pola çaran bûm, pişt re min dest bi karê peykersaziyê kir  û min gellek ajel û otombîl ji madeya bi navê Bîlonê  çê kirin".

Zozanî li ser berhemên xwe wiha axivî "Ji ber ku peykersazî li bal min jiyan e û bê wî nikarin bijîm,min gellek peyker çê kirine, ji nava wan peykeran min di sala 2000an de peykerek jineke kurd çê kir ku cilê kurdî li xwe kiribû û moxila genim di destê wê de bû. Ew peyker  gihişte pêşangeha Sîma li Şama peytext."

Di berdewamiya axaftina xwe de Zozanî behsa karê xwe bêhtir dike û çawa hêj alavên kevnar di peykersaziyê de bikartîne û ev yek ligel rewşa wî ya abûrî ya xerab hişt ku ew zahmetiyê di karê xwe de bibîne.

Zozanî di jiyana xwe de her dem dixwest berê xwe bide Ewropayê, bi sedema ku civaka wî guhdan li karê wî nedikir û da ku li wê derê karibe karê xwe pêş bixe.

Di dema ku ketîbeyên çekdar derbasî Serê Kaniyê bûn, koçberî Tirkiyê bû û pişt re vegeriya bajarê xwe piştî ku rastî gellek zehmetiyan hat, di vegera xwe de peykerê Kawa yê hesinkar çê kir û niha ew peyker li ser riya di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de ye.

Di dawiyê de  Zozanî dibêje bila guhdan li peykersaziyê we re kirin û wiha axaftina xwe bi dawî anî "Ez li civakekê digerim da ku piştevaniya min bike û guhdanê li peykersaziyê  jî bike."

Hevpeyvîn: Silêman Mihemed.