Rojnamewan Azad Altun rewşa Bakur ya dawî dinêrxênî

Rojnamewan Azad Altun rewşa Bakur ya dawî dinêrxênî

Rojava News: Birêz Azat Altun niha em dixwazin derbarê rewşa kobanî û her wiha serhildan û aloziya ku li bakur pêk hatiye bo guhdarên xwe vebêjin.  Hun çawa dinirxîn van pêşketinan?

Belê di destpêka bernameyê de weki ku we jî pêşkêş kir, bi destê DAİşê 25 rojana ku li ser Kobanê şerekî zor dijwar tê meşandin. Êrîşên rêxistina hov ya DAİŞ’ê ya li ser Kurdan ku li Koban’e tê meşandin li Tirkiye’yê jî deng veda. Lê belê berî ku em li ser rewşa Tirkiye’ye rawestin, derheqê Kobanê de dixwazin çend tiştan bibêjim.

Berxwedana Kantona Kobanê ji bo hemu Kurdan gelekî gringe. Divê hemû parçeyên Kurdistanê baş guhê xwe bidin vê berxwedanê. Li Kobanê niha hawareke mirovane heye. Hem di qada navneteweyî de hem jî di nava Kurdan bixwe de divê bersiva vê hawarê bê dayîn.  Koalisyona ku bi rêberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê hatiye avakirin her çiqas DAİŞ’ê bombe bike jî bê feyde ye.

Hefteya çuyî ez li nava Kobanê bixawe bûm. Ez ligel fermandarê YPG’e ku di heman katê de Qeymeqamê herêma Kobanê’ye birêz Kendal re jî axivîm. Got ku, “li Kobanê fermana Kurdan radibe lê kes alîkariya çekan nake. Dewlata Tirkiye’ye alikariya çeteyên DAİŞ’ê dike. ” Her wiha gilî û gazincên hemû şerwanên din ku ez ligel wan axivîm jî bi vî awayî bû.

Rojava News: Mebesta wan çalakiyan çi bû di wan çalakiyan de gel çi dixwest ji hikûmetê? Her wiha kê piştavanî da Kobanê di wan çalakiyan de?

Belê, Kurdên bakûrê Kurdistanê jî li pêşberî çetayên hov û barbar DAİŞ’ê çalakiyên bo piştevaniya Kobanê dane destpêkirin.  Li hemû bajar û navçeyên bakûrê Kurdistanê partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, her wiha sendîqe û rexistinên sivîl ên demokratik tevlî vê piştevaniyê bûn û bang li hikûmeta Tirkiye’yê kirin ku ligel DAİŞ’e şirîkatiyê neke û piştevaniyê nede DAİŞ’ê. Jiber çi, jiber ku berî niha bi demek kin DAİŞê li Şengalê li dijî gelê Ezîdî tevkujiyeke mezin pêk ani.

Niha heman xetereya tevkujiyê li ser Kobanê digere. Gelek kes li Kobanê jiyana xwe ji dest didin lêTirkiye ya ku xwe ji Kurdan re “tifaq” dibîne tu alikariyê nade Kurdan.  Her wiha her roja ku derbas dibe êrîşa DAİŞ’ê ya li pêşberî YPG û Kobanê dijwartir dibe. Li ser vê yekê jî, ji stenbolê bigirin, heta ÎzmÎr, Edene, Mêrsîn, Amed, Batman, Wan, Sêrt, Muş, Çewlig, Colemerg, Mêrdin, Şirnex, Cizîr û hwd. gel raperiya û li dijî bêdengiya Kobanê bi çalkiyên berze dengê xwe bilind kir. Her wiha çalakdêran ji hikûmetê xwest ku ew deriyê sînor Murşîdpınar bernede da ku çete di wî deriyî re nekevin sînor. Dîsa Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ligel rêxistin û partiyên şoreşger ji Tirkiye’yê dawxaz kirin ku ji sînorê Tirkiye’yê bo Kobanê ji bo alikariya çek û xwarin û vexarinê rêyeke ewlakariyê (koridor) bê vekirin. Tirkiye’ye her çiqas gotibe erê jî ev sozê xwe bi cîh neanîn û piştevaniya xwe ya bo DAİŞ’e berdewam kir. Helwesta gel jî li ser vê yekê bilind bû.

Rojava News: Di çalakiyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Hun dikarin li ser awayê pêk hatina çalakiyan me agahdar bikin?

Di van çalkiyan de şer û pevçûnên zor giran pêk hatin. Komên ku alikariya DAİŞ’ê dikin Hizbullah, li gelek bajaran rê li ber provakasyonan vekirin. Bi dar û beran, çek û tifingan êriş birin ser gelê ku ji bo piştevaniya Kobanê derketine qadan. Ev kom komên nîjadperest û her wiha komên aştînewxazin, di heman demê de polîs jî alikariya wan dikin. Bi gulleyên çekên polîs û endamên komên Hizbullah her wiha nîjadperestan ku piştevaniya DAİŞ’ê dikin heta vê saete 24 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li pêşberî vê hovitiyê piştî ku helwesta gel bilind û berzetir bû li bajarên bakûrê Kurdistanê wekî Amed, Batman, Mêrdîn, Wan, Colemêrg û gelek bajarên din derketina kolanan bi biryareke derqanûnî hate qedexekirin. Qaşo hikumeta ku li dijî artêşa Tirkiye’ye têkoşîna darbeyê dabû tanqên wê artêşê daxistin nava kolan û kûçeyên bajarên Kurda. Niha halê hazir li van bajaran heta roja îne derketina kolanan hate qedexekirin. 3 rojan dibistanên zarokan hatin betalkirin. Kesên ku ji malên xwe jî derdikevin ji aliyê leşker û polîsê Tirkan ve hem zilm li wan tê kirin hem jî têne binçavkirin.

Rojava News:Lo gorî nêrîna we kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji 24 kesan zêdetirin?

Belê li gorî min ev hejmar zêdetire. Ne ji hikûmetê ne jî ji Wezareta Karê Hundirîn û Wezareta Karê Tendûrstiyê hejmar nehatine eşkerekirin. Agahiyeke fermî jî nehatiye ragihandin. Ev agahiyên li ber destên me ji çapemeniyê û çavkaniyên herêmî hatine berhevkirin. Dîsa çima dibêjim ev hejmar wê zêde bibe jiber ku çalakî hîn berdewamin û li nexweşxaneyên bakûrê Kurdistanê bi sedan birîndar hene.

Rojava News: Birêz Azad, li gorî ajans û nûçeyan jî tê gotin ku hêzen ewlekariya tirkan ligel kesen sivîl ku di destên wan de dar û kêr û çek hene  bi ser Kurdan de tên hene. Hûn vê şêwaza provakasyonê çawa dibînin?

Ne tenê em rojnameger di heman demê de civata Tirkiye’yê jî vê rewşê bi nêzîktedayineke şaşûmetal temaşe dike. Li gelek kolanên bajarên Tirkiye’yê, ew kesên sivîl yanî hizbul-kontra û polîs ligel nîjadperastan bi darûber, kêr û çekên di destê xwe de, êrîşeke der mirovane li pêşberî çalakdêrên Kurd ên ku bo piştevaniya Kobanê derketina qadan pêk tînin. Wan dikûjin ên ku namirin jî bi xedarî birîndar dikevin. Dijminatiyeke zor mezin destpêkiriye. Ev dijminatî jî bi destê dewleta Tirkiye’yê bêhtir tê sotandin. Wekî mînak, di van herdû rojên dawî de, biqasî hejmara kesên ku li Tirkiye’yê di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest da, li Kobanê di wî şerê dijwar de jî jiyana xwe ji dest neda.

Doh êvarî li Edenê, din nava rojê de li pêşberî çavê herkesî endamên DAİŞ’ê zilamek kuştin kurê wî jî ku li kêlaka wî bû birîndar kirin. Lê kesî dengê xwe dernexist û helwest nîşan neda. Rayedarên Tirkiye’ye jî nakevine pey vê bûyerê û sed bûyerên din wekî vê, lêpirsîn an go lêkolînekê nakin ka gelo ev mesele ji ber çi derketiye, çima hatiye vê radeyê?

Rojava News: Çima lêpirsîna van kûştin an jî bûyeran nake, li gorî we sedema wê çiye?

Sedema vê yekê eşkere ye. Hikûmeta Tirkiye’yê hem li Kobanê hem jî li Tirkiye’yê ne ya Kurdan piştevaniya DAİŞ’ê dike. Wekî şirîkê hev tevdigerin. Dema ku lêpirsîna vê yekê bike dê hikûmet ji aliyê qanûnan ve bitengije. Loma naxwaze. Min ev yek bi çavên xwe dît. Hefteya çûyî ku ez çûme sînor her tişt li ber çavan bû. Hikûmeta AKP’ê hem alîkariya çekan tanq û topan dike û hem jî li rexekî bo DAİŞ’ê xebatên lojîstîkî dike. Loma gelê Kurd 25 rojin ku hem bi şev hem jî bi roj li sînorê di nava navçeya Suruç û Kobanê de nobedariyê dike. Dema YPG li DAİŞ’ê dixe endamên wê xwe davên hawara Tirkiye’yê, gele Kurd jî li sînor riya vê yekê digire. Loma DAİŞ car caran topan davê ser wî gelê ku nobedariyê dike. Tirkiye dengê xwe ji vê yekê re jî dernaxe, bi ser de li sînor li wan gundan ligel leşker û polîsên xwe êrişan dibe ser çalakdêran. Her wiha gelek saziyên wan çetayan hene hem li bajarên Tirkiye’yê hem jî libajarên bakûrê Kurdistanê. Ew bi her cure çekên giran bi ser Kurdan de tên, lê Kurd destevalane, ji bilî çalakiyên demokratîk û diruşmeyên bo azadiya Kobanê ku dengê xwe bilind dikin.

Birêz Azad, we di nivîseke xwe de gotiye, “dewleta Tirk ji Areban re biharê, ji Kurdan re jî xwînê rewa dibînî.” Li gorî vê tespîta we serhildan û aloziya kû li bakûrê Kurdistanê rû daye ber bi çi ve diçe?

Belê raste dewleta Tirkiye’yê ji bo Areban ji roja pêşî ve wê pêvajoyê wekî pêvajoya biharê dibîne û dinirxîne. Lê mixabin çi çax Kurd gavekê bi pêş de herin dewleta Tirkiye’ye vê gavê bi xwîne dorpêç dike. Ev yek bi pêvajoya çareseriya kêşeya Kurdî, meseleyên siyasî yên li ser Kobanê ku bi pêş dikevin li hisabê dewleta Tirkiye’yê nayên. Her wiha di qada navneteweyî de pêşketinên erênî yên li başûrê Kurdistanê û piştavaniya di warê Kobanê de daxuyaniyên ku têne kirin, ji hêla hikumeta Tirkiye’yê bi awayekî erênî nayêne pêşwazîkirin. Tirsa herî mezin ya Tirkiye’yê tam jî di vî warî de eşkere dibe. Hêzên Kurdistanê yên kul i her çar parçeyan bela bûne di ser siyaseta Kobanê re digihîjin hev û ligel hev şirîkatiyêkê saz dikin. Ev êrîş û aloziyên ku têne derxistin jî tê xwestin ku ji kurdan re bikin wekî sucekî. Li gorî baweriya min ev yek serhildane. Wateya vê serhildanê dorfirehe.  Kurd li dijî hovitiya dewleta Tirk her wiha nenaskirinê û tunekirinê radibine ser piyan. Ya herî girîng jî piştî Şengal û Maxmûrê ku Kurdan bi hevre tifaq kir û dest dane hev li dijî dijminê xwe îro heman tişt ji bo Kobanê pêk tê. Piştî sed salan cara yekeme ku Kurd li başûr, bakûr, rovaja û rojhilat ligel hev tevdigerin. Dewleta Tirk jî vê yekê dibîne. Tê xwestin ku ev biratîya ku ji nû ve bi hevre dikelije bê parçekirin. Loma Kurdên bakur jî vê yekê baş dibînin û dengê xwe bilind dikin.

Nerîn û nêta dewleta Tirkiye’yê dikarim bi minakeke din bidim. Berî niha bi du rojan Serok Komarê Tirkiye’yê Recep Tayyip Erdoxan li Entabê kampa Ereban ziyaret kir. Li vê kampê ji Ereban re got ku “Kobanê ha dikeve ha dikeve.” Serok Komar divê ne alîgir bin. Divê serbixwe û ji herkesî re wekî hev bin. Lê Erdoxan çi dike, hê Kobanê ji piyaye li ber xwe dide ew diçe mizgîniya ketina Kobanê dide Ereban. Yan jî DAİŞ’ê meşrû dike bi vê daxuyaniyê da ku dilê wan Ereban xweştir bike. Ev lîstik listikeke zor xetereye. Bi hezaran Êzîdî û Kurdên Rojava ku ji ber DAİŞ’ê reviyan û hatin li Tirkeye’yê ketin kapman û jiyaneke zor dijwar dimeşînin ji bilî Kurdên bakur kes li wan xwedî dernek. Heta niha ne Serok Komarek, ne Serok Wezîrek ne jî rayedarekî vê hikumetê, kes ji wan neçûye serdana kampên Kurdan pirsa wan nekiriye û alîkarî nedaye wan. Sedema wê jî vê gavê eve, hikûmet dibêje ku “PYD-YPG piştevaniya rejima Sûrî  yanî Beşar Esad dikin.”

Ji vê yekê jî diyar dibe ku hikûmet helwesta xwe ya li pêşberî Kurdan eşkere kiriye.Ddixaze ku Kobanê bikeve. Loma Erdoxan û hikûmet hemû çalakiyên li bakûr ku ji bo Kobanê li dardikevin wekî çalakiyên terorê dinirxînin. Yanî ne wekî çalakiyeke ku gel derketiye qadan li mafê xwe digere, wekî ku kesên derketine qadê dixwazin li pêşberî hikûmetê darbeyê pêk bînin. Halê hazir li Tirkiye’yê nêzîktêdayina hikûmetê di vê çarçoveyê de ye.