Mihemed Ebdê :Ewlekariya rejîmê berhemên min winda kir

Mihemed Ebdê :Ewlekariya rejîmê berhemên min winda kir

Rojava News:Wek em dizanin ku berya destpêkirina şoreşa Sûriyê karên siyasî,rewşenbîrî li Sûriyê qedexe bûn,nivîskarên kurd rastî girtinê ji aliyê ewlekariyê rejîmê ve dihatin û berhemên wan winda dikir,Mihemed Ebdê yek ji wan nivîskaran bû, Kurdistan ev hevpeyvîn ligel wî pêk anî.

Mihemed Ebdê kî ye?

Ez li bajarê Qamişlo di sala 1977an  ji dayîk bûm û ta niha jiyana xwe lê berdewam dikim, di warê helbest,gotar,şano de dinivîsînim û di van rojên dawî de dîwanek helbestê bi navê Hestên min çap dikim.

kengî  te dest bi nivîsandinê kir ?

Di destpêka  salên 90an de min dest bi nivîsandina şanoyê kir, û di ber re min helbest, gotar jî dinivîsand.

Bo çi te nivîsandina helbestê hilbijart û bi çi şêweyî helbesta xwe dinivîsîne?

Wek min anî ziman ez şano û gotarê jî dinivîsim, lê nivîsandina  helbestê ji bo min  hest û raman e.

Ez bi şêweyê nûjen û kilasîk helbestê dinivîsim, lê piraniya helbestên min nûjen in.

Helbest bo te çi ye?

Helbest bo min hest e û bo min her dem hevalek wefadar e, di riya wê re ez ramanên xwe didim xuyakirin.

Berhemên te çi ne?

Ez nikarim berhemên xwe bihejmêrim ji ber ew desnivîsin û di dema ez hatim bin çavkirin di sala 2008an de, ewlekariya rejîmê dest danîn li ser wan desnivîsan û hatin windakirin ta roja îro, lewma  min ji nû ve dest bi weşana berhemên xwe kiriye, û dîwana min ya bi navê "Hestên Min" ya yekemîn e ku tê weşandin. Di rojên bê de ezê hewl bidim ku 3ê berhemên din jî çap bikim û ew jî  dê nêzîk bên weşandin, ev berhem di warê şano û gotarê de ne.

Tu dikarî li ser dîwana xwe ya herî dawî biaxive?

Dîwana min di nav rûpelên xwe de helbestên cor bi cor li ser êş, azarên gelê me diaxive. Di destpêka wê de pêşgotina ku bi pênûsa  Luqman Yûsif hatiye nivîsandin her tiştî li ser vê dîwanê şirove dike.

Wek  em dizanin tu di nava Yekîtiya Nivîskarên Kurd e ye,tu çawa Yekîtiyê dibîne?

Yekîtiya nivîskaran di roja 11-10-2013an de, hata damezirandin, bi beşdariya hejmareke mezin ya  nivîskarên kurd yên Rojava.

RêbazaY.N.K-S  ew e ku hemû nivîskarên kurd li hev bicivîne, û hêvî û daxwazên wan di pêşerojê de pêk bîne.

Bê guman ti kar bê kêmasî nîne, lê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya karîbû bi rolake baş rabe, nemaze di vê qonaxa hestiyar de,  hêvî ew e ku bibe sîwanek ji nivîskaran re û yekemîn car e ku hejmareke pir mezin di saziyekê  wiha de dicivin.

Piraniya nivîskarên kurd bi Erebî dinivîsînin tu ji wan re çi dibêjî?

Hêviya min  ji wan ku ew berê xwe bidin zimanê dayikê, nemaze derfet hatiye ku em tevde xwedî li zimanê  kurdî derkevin, û  bi pênûsa xwe xebat û bizavê di ber  de bikin ji ber ev ziman, navnîşana me ye.

S.X