2:04:18 PM
RojavaNews: Dadewera Frensî ya taybet bi vekolînên tawanên cengê li Sûriyê ragehand, ku ofîsa wê binyaze herî kêm du vekolînan ta dawiya vê mehê derbarê tawanên cengê li Sûriyê veke.
Katrîn Marşî dadwera Frensî di kongirekî rojnamevanî de got, ewê tekeziyê li ser tawanên ku weke binpêkrinên berfereh têne binavkirin û di dema cengê de hatine pêkanîn , serbarî kiryarên ku bandoreke wan ya mezin li ser cenga Sûriyê hebû.
Marşî herweha got, ku ofîsa wê mîna dozgeriyeke giştî ye, û vekolîn wê bi hemû aliyên Sûriyê re werine kirin , û hêviya xwe bi pevguhertina belgeyan bi hemû dadgehên herêmî û Niştîmanî serbarî dadgeha tawanan ya Navdewletî li Lahî nîşan da.
