9:30:13 AM
RojavaNews: Wezîrê berevaniyê yê Emerîka Cêmis Matîs ragehand, ku artêşa Emerîkî bi niyaze hêzne Xwecehî yên Sûrî li dijî rêxistina DAIŞa terorîst rahînan bike .
Matîs serbar kir, ku Emerîka ji bo vê yekê hejmara rawêjkarên xwe li Sûriyê hevdemî nêzîkbûna ji navbirina DAIŞa zêdetir bike .
Matîs berdewam kir û got jî , ku piştî qonaxa bidawîkirina DAIŞ pêwîste rewşeke ewlehî da ku rê li ber dubare vegera DAIŞ ê bo Sûriya were girtin pêwîste bê dabînkirin serbarî ku divê hêzne leşkerî yên xwecehî werin avakirin û Emerîka dê li ser destê rawêjkar û pisporên xwe rahînanan bide wan.
Wezîrê berevaniyê yê Emerîka Cêmis Matîs amaje bi wê yekê kir , ku Emerîka hewl dide encûmenên xwecehî ji xelkên her deverke rizgarkirî avadike û bi wî awayî dê berevaniyê diber sivîlan de bikin .
