Erdogan: Kêşeya mezin ji bo Sûriyê Rojhilatê Fratê ye
Erdogan: Kêşeya mezin ji bo Sûriyê Rojhilatê Fratê ye

Erdogan: Kêşeya mezin ji bo Sûriyê Rojhilatê Fratê ye

 9:55:23 AM

RojavaNews: Piştî rêkeftina Rosî Turkî derbarê Idlibê, daxuyaniyên herdu aluyan derbarê navçe û babetine din jî nêzîkî hev dibin, herî dawiyê jî her yek ji Rosiya û Turkiya Rojhilatê Çemê Fratê ku bi serpereştiya Emerîkayê ye bi metirisî û kêşeya mezin li ser pêşeroja Sûriyê bi nav dikin.

Di kongirekî rojnamevanî de îro li balafirxaneya Etaturk ya Stenbolê beriya ku biçe Emerîka da ku di civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de beşdar be, serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan, got ku kêşeya mezin ji bo pêşeroja Sûriyê çirava terorîst ya li Rojhilatê Fratê bi serpereştiya hin hevpeymanên Turkiyayê ye weke amaje bi navçeyên di bin kontirola PYDê de.

Wezîrê derve yê Rosiyê jî Sêrgî Lavrof roja 21.09.2018an ragihandibû ku Rojhilatê Çemê Fratê metirsiya herî mezin e ya li ser yekîtya xaka Sûriyê û ew berdewam daxwaz ji Emerîkayê dikin ku çalakiyên xwe rawestîne.

Lavrof herweha gotibû li jêr serpereştiya Wîlayetên Yekgirtî yên Emerîkayê heykelên xwedî desthilateke xweser têne avakrin, û tekez kir ku welatê wî beriya niha jî û berdewam daxwaz ji Emerîkayê dike ku wan çalakiyên xwe yên nerewayî rawestîne.