11:51:39 AM
RojavaNews: Piştî heftiyekê ji ragehandina Mosko û Enqerê ji rêkeftina li ser avakirina deverke bê çek re karwanekî leşkerî yê Tirkî roja Duşemê derbasî parêzgeha Idlibê bû.
Li gorî hin jêderên ragihandinê belavkirine, ku 35 otombîlên leşkerî û barhilgirên Tirkiyê yên veguheztina leşkeran ku di rêya Utostrada Şam û Helebê yê Navdewletî re ber bi rojhilatî Helebê ve çûne li nêzîkî bajarê Seraqbê bicî bûne .
Li gorî hin çalakvanan ew karwan li ser hejmarek xalên çavdêriyê yên Tirkiyê belavbûne, ku Tirkiyê 12 xalên xwe li Idlibê belavkirine da ku garantiya rêkeftina devera kêmkirina asta şer bike li gorî danûstandinên Asîtanayê di navbera Mosko û Tehranê de.