Venezuela: Navbera mehkûm û gardiyanan de şer: 37 kuştî û 14 birîndar!

Venezuela: Navbera mehkûm û gardiyanan de şer: 37 kuştî û 14 birîndar!

11:53:29

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li girtîgeheke başûrê Venezuelayê di navbera mehkûm û hêzên ewlehî de şer derket. Di şer de 37 mehk3um hatin kuştin û 14 hêzên ewlehî jî birindar bûn.

Waliyê eyaleta Amazonasê Liborio Guarulla di daxuyaniya çapemenî de got: "Çend hefte bû ev girtîgeh di kontrola mehkûman de bû. Hêzên ewlehî ji bo ku kontrole bi dest bixin li girtîgehê operasyon li dar xistin."

Liborio Guarulla di berdewamiya axafitna xwe de got: "Li girtîgehê di navbera mehkûm û hêzên ewlehî de pevçûn derket û di pevçûnê de 37 mehkûm hatin kuştin. Li girtîgeha bajarê Puerto Ayacucho 110 mehkûmên ku li benda darezayê bûn hebûn." Guarulla derheqê kuştî û birîndaran de ku çend jê hêzên ewlehî ne agahî nedan.

Lê serdozgeriyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku 14 hêzên ewlehî di operasyonê de birîndar bûne.