Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist
Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

 1:00:43 PM

RojavaNews: Encûmena Ewlehiya Navdewletî  civînek  derbarê  gefên DAIŞê li ser aştî û ewlehiya Navdewletî  lidarxist , têde diyar kirin ku çekdarên  DAIŞê  hîn metirsiyeke mezine li ser elwehiya navdewletî .

Encûmena Ewlehiya Navdewletî  civîneke  vekirî  ji  bo giftûgokirina  gefên rêxistina DAIŞê li ser aştî û ewlehiya Navdewletî û helwên Netewên Yegritî ji bo  ji navbirina wê lidarxist .

Ev civîn li ser daxwaza Brîtaniya hat lidarxistin , ku li ser zarê wezîrê derve yê welatê xwe girngî da pîwîstiya helwestek yekgirtî  ji bo rêgiriyê li gefên terorîstên DAIŞê.

Emîndarê giştî yê Netewên Yekgiritî  Entonyo  Gotîrîs agadarî da ku çekdarên DAIŞê hîn metirsiyeke mezine li ser elwehiya Navdewlet re ye,  ji ber ku ew rêxistin wekû torekî bi dizî kar dikin

Ji aliyê xwe ve wekîlê emîndarê  giştî yê Netewên Yekgritî ya ofîsa li dijî terorê  Faydîmêr  Foronkof  ragehand,  ku li gorî raportên wan ku rêxistina DAIŞê gelek şikandin dît lê hîn li ser erdê heye .

Foronkof  herweha eşkere kir , ku hijmara çekdarên DAIŞê li Sûriya û Îraq derdora 20 hezar kesî ne,  hijmarek ji wan tevlî şer bûye û hijmarek din têkilî civakên ku alîgirên wanin bûne .

Navbûrî  herweha tekez kir,  ku ji ber şerûpevçûnên ku li deverê bigiştî rûdidin herweha kirîzên welatên rojhilata Navîn  ew pêşbînî dikin,  ku DAIŞê wê bimîne heta demeke ne kêm .

Foronkov herweha balkişand ser wê yekê ku çekdarên bi ser DAIŞê ve li Efxanistan û li hindek welatan li Asiya , Efrîqya û Lîbiya bi  şêweyekî kêm tir li Sîna Misrê û Yemen jî hene .