NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne
NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

11:45:24 AM 

RojavaNews: Komîta vekolînê ya Netewên Yegritî ragehand,  ku rêjeya derbederiyê  li Sûriyê gelek bilind  bûye, ku bûye bilintirîn rêje ji destpêka kirîza Sûriyê berya heft salan.

Komîta vekolînê ya Netewên Yegritî di raporteke xwe de diyar kir,  ku di şeş heyvên bûrî de bihtirî meliyonek  kes di Sûriyê de derbeder bûne û agadarî da eger rewş li Idilb xirab bibe wê hijmara derbederan gelek bilindtir bibe.

Serokê komîta vekolînê ya Netewên Yegritî Pawlo Bînîro got , pêwîste hemî alî bighên rêkeftinekê li Idilbê û diyar kir,  nerêzgirtina her aliyekî  ji berpirsyaretiya  xwe derbarê sivîlan nayê qebûl  kirin .

Bînîro serbar kir û got pêwîste hemî cîhan bizane ku divê rêjeya derbederiyê li Sûriyê  û cîhanê  bi giştî kêm bibe bi taybet , ku bêhtirî 6.5 melyonek  kes li Sûriyê di bin metirsiya derbederiyê de ne .

Komîtê metirsiya xwe ji hijmara mezin ya derbederan yên ku neha li Idilbê dimînin nîşan da,  ku jiyana wan hemiyan di metirsiyê de ye eger êrîş li ser Idilbê hat pêkanîn.

Komîta navbûrî daxwaz ji hemî aliyên Sûrî û civaka Navdewletî kir,  giringiyê bidin babeta derbederên hindirê welat berya hemî tiştan .

Ji aliyê xwe ve komisyara Netewên Yegritî Karîn Ebo Zêd ragehand , ku bi deh hezar kes bi zorê ji bajar û bajarokên xwe hatin derxistin tevî wê yekê pêwîste pêdawîstên jiyanê ji wan re werin peydakirin ji aliyê aliyên ku danûstandinan li ser wan dikin lê hemî aliyan ev yek nekir