Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da!

Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da!

11:37:15

 

Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniya berdevkê HSDê Telal Silo ku gotibû 'Amerîka wê demeke dirêj li Rojava bimîne' red kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniya berdevkê HSDê Telal Silo ku gotibû 'Amerîka wê demeke dirêj li Rojava bimîne' red kir û got: "Amerîka hetanî rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê têk bibe dê li herêmê be."

Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Artêşa Amerîka ji bo demên dirêj li Sûriyeyê an jî li bakurê Sûriyeyê namîne. Amerîka niha dixwaze xelkê wê deverê xwe birêve bibe û demdirêj li wir namîne."

Berdevkê HSDê Telal Silo di hevpeyvîna xwe ya Reutersê de ragihandibû ku wê artêşa Amerîkayê demeke dirêj li Rojava bimîne û dibe baregehe hewayî ya alternatîfa Încîrlîkê jî ava bike.

 

S.A