Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî
Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

7:32:34 AM

RojavaNews:Encûmena Asayişê ya Navdewletî ji bo pirsa Sûriyê dicive.

Îro pêncşemê, Encûmena Asayişê ya Navdewletê, civînekê lidar dixe. Ajandeya vê civînê ji bo dengdana li ser projebiryarekê ye. Ev projebiryar derbarê wê yekê ye ku dema karê Şanda Navdewletî ya Lêpirsînê, derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê, bê dirêjkirin.

Di daxuyaniyekê de, ji aliyê şanda Amerîkayê ve, li Neteweyên Hevgirtî, hatiye ku şanda Amerîkayê daxwaza dengdanê kiriye ku li ser vê babetê bê kirin. Ev yek jî di demekê de ye ku îro pêncşemê 16ê Mijdarê dema destnîşankirî ya Şanda Lêpirsînê derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bidawî dibe.

Nûnerê Rûsyayê, li Neteweyên Hevgirtî, Vassily Nebenzya jî berî niha ragihandibû ku Mosko dixwaze şanda hevbeş di navbera Neteweyên Hevgirtî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de, di lêpirsînê de, berdewam bin. Karê vê şandê derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê ye, lê li gorî Mosko, tê xwestin ku guhertin di endamên şandê de pêk bê, ku niha derbarê vê yekê danûstandin di navbera Amerîka û Rûsyayê de berdewam in.