Rojavayê Kurdistanê: Gelo kurdan fersenda xweserîyê ji dest da?

Rojavayê Kurdistanê: Gelo kurdan fersenda xweserîyê ji dest da?

 

Hoşeng Osê

 

Gelo kurdan fersenda xweserîyê ji dest da?

 

Spot: Hemû alî gengeşîyê li ser wê yeke dikin ku gelo pêşmerge dê derbasî Rojava bibin an nebin? Lê li  gorî min pirsa girîng ew e ku dema pêşmerge derbasî Rojava bibin, bernameya wan dê çi be? Gelo pêşmerge here Rojava wê bikare çi bike û çi derfetan berdest bike ji bo kurdan? 

Şoreş Serbest Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Îtalî “La Stampa” re qala rojavayê Kurdistanê dike û dibejê ku fersenda xweseriyê li rojavayê Kurdistanê ji dest çûye. Hin kes dikarin bibejin ku a niha beşeke herî zor a Rojavayê Kurdistanê hê jî di destê PKKê de ye. Pirsa Sûrîyê nehatiye çareser kirin û hê jî derfet heye ku li Rojava xweserî were avakirin. Li vê derê pirseke bi du bersivan tê pêşîya me. Gelo li gorî we xweserî çi ye? Xweserî ew e ku kurd li wan herêmên ku nifûsa wan zêde ye, bi rêya şaredarî û mafên çandî desthilateke herêmî bin? Yan xweserî ew e ku kurd li ser axa yekgirtî ya Rojavayê Kurdistanê deshilat bin? Pêwîstî ev e ku em bersiva van pirsan bidin. Eger hat û derdê me bes ew be ku em bi rêya şaredarî û hinek dezgehên hukmî xwedî desthilateke nîvçe bin; rast e, ew fersenda hanê me hê ji dest nedaye. Lê eger derdê me ew be ku em wekî başûrê Kurdistanê axeke yekgirtî û desthilateke giştî ava bikin; erê, me ew fersend ji dest daye.

Me çima ev fersend ji dest daye, ka em hinekî lê binêrin û li xwe vegerin. Di destpêka şoreşa Sûrîyê de, heke kurdan bi awayekî yekdengî û hevgirtî bernameyek danîbûya ber xwe û ew neketibûna pêşbirka desthilatê, ez bawer im ku îro me qala van tiştan nedikir. Lê mixabin, me ev yek nekir. PKKê ji xwe re bernameyek daniye an jî îdeolojîyek çêkirîye. Û mixabin, PKKê, destkevtên kurdan ji bo ceribandina fikra xwe kir wekî labaratûwarekê, li Rojavayê Kurdistanê ev destkevt cerribandin û ev cerribandin didome. Dema bi navbeynkarîya Birêz Barzanî her du alî, ENKS û TEV-DEM, li Hewlêrê hatin bal hevdu û qaşo rêkeftinek wajo kirin; me hemûyan dile xwe xweş kir. Lê mixabin piştî ku TEV-DEM vegerîya, wê ev peyman ji bîr kir û yek xal û bend jî bi cî neanî.

Dîsa bi navbendiya Birêz Barzanî û vê carê bi piştgiriya Amerîkayê, her du alîyên kurdan li Duhokê kom bûn û careke dî li hev kirin. Lê vê carê jî ew peyman nehate bicihkirin. Di meseleya vê peymanê de, li gor min, TEV-DEM tawanbar e. Ji ber ku ew li Rojava xwediyê desthilatê ye û pêwîst e ev desthilat ji bo bicîanîna xalên peymanê kar bi kar bianiya û zemîn xweş bikira. Lê TEV-DEMê li Hewlêr û Duhokê peyman wajo kir û mixabin bi cî neanî. Ne ku tenê bi cî neanî: piştî wê, ji xeynî aliyên kurdî bi hemû aliyan re rûnişt û peyman wajo kir. Ew cîhên ku bi xwîna kurdan hatibûn azadkirin, radestî hin aliyên din kir. Herî dawî beşek ji Minbîcê radestî rejîma Esed kir ku ev radestkirin ne bi dilê Amerîkayê bû. Dîmen jî hatin belavkirin ku Artêşa Amerîkayê bi fermî, bi alayên xwe ket Minbîcê û şanî Rûsya û Esed da ku rêkeftina PKKê çi wateya xwe tune ye û xwedîyê Minbîcê Amerîka ye. Ji xwe piştî ku hêzên Amerîkayê bi alayên xwe derbas bûn, pêşveçûn an jî radestkirina Minbîcê hate sekinandin.

Yek ji wan egera ew e ku hêzên dagirker ên Tirkîyeyê, derbasî axa Rojavayê welêt bû û beşek jê dagir kir. Û eşkere ye ku PKK nikare li Rojava şerê Tirkiyê bike. Pêwîst bû PKK li qada şer bêdengiyê hilbijêre û jixwe weha jî kir. Tirkîye nehişt korîdora kurdan ava bibe û rê li ber yekparebûna Rojava girt. Esad bi fermî û bi rêdana PKKê hat û kete wan deran ku wê bibûna rê ji bo avakirina korîdora kurdan.

Dewleta Tirkîyê bi dehan caran got: “Ew tiştê li Bakurê Iraqê rû da, em nahêlin li Sûrîyê rû bide.” Lê me kurdan ev yek fêm nekir. Desthilata Rojava gelek caran bi awayekî fermî û bi livûtevgerên xwe nîşan da ku wan çi mebestek tune ye ku ew li Rojava pergaleke neteweyî an Kurdistanî ava bikin. Di kongreya xwe ya herî dawî de navê rojavayê Kurdistanê kirin “Bakurê Sûrîyê” û bi vê biryarê bi fermî ji me re eşkere kirin ku ew tu carî hewlekê nadin ku mafên kurdan ên neteweyî werin parastin. Gelo em vê pirsê çima ji xwe nakin?

Haşdî Şabî derbasî Qamişlo bû

Çima Haşdî Şabî ya Iraqê derbasî Qamişlo bû? Çi karê Haşdî Şabî ango DAIŞa şîe li Qamişloyê heye? Haşdî Şabî bi çi bazarê dihere û li Rojava bi cîh dibe. Îran an jî Iraqê çi da PKKê ku PKKê derî ji wan re vekir? Ew deriyê ku li Pêşmerge hatiye girtin. Gelo mebesta çûna Haşdî Şabî rêxweşkirin û amadekarî ye ji bo avakirina hîlala şîe? Maneya vê yekê ew e ku korîdora şîe berdêla korîdora kurdî ye. Gelo PKKê ji bo erêkirina korîdora şîe çi ji Îranê stendiye? Çima dernakeve ji gel re eşkere nake ku çima hemû hêzên şîe li Rojava bi cîh dibin?

Ez naxwazim qala wan siviktiyên PKKê bikim ku bi alaya neteweyî ya kurdan kiriye. Wan bikim delil ji bo dijberiya PKKê ku li himber nîşan û sembolên neteweyî yên kurdan e. Jixwe hemû kurd bi rêya ragehandinê van siviktiyan dibînin û dixwînin. Ya li serê min nivîsî ew e ku bir fermî derek tune ye bi navê Rojavayê Kurdistanê, lê desthilatek ava bûye bi navê “Bakurê Sûrîyê”. Ev tişt delîla herî mezin û nişaneyeke berçav e bê me çima fersenda xweserîyê ji dest daye û bê çima Barzanî vê daxuyaniyê dide.

Baş e, ma çima xeletiyên Serok Barzanî ango rêveberiya Başûrê Kurdistanê tune ye ku îro navê rojavayê Kurdistanê bûye “Bakurê Sûrîyê”?  Belê, bêguman heye û li gor min ev yek xeletiya herî mezin a Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku di destpêka şerê Sûrîyê de, wê dikarî bilez hêzekê amade bike û wan deran kontrol bike. Piştre xebatê bikin ku berê kurdan li Deryaya Sipî be û derîyê cîhanê bi rêya Rojava li her çar perçeyê Kurdistanê vekin. Lê mixabin Herêma Kurdistanê ev yek nekir, yan jî pir dereng man ku vê erka neteweyî bi encam bikin.

Bi dîtina min, Başûr û Serok Barzanî xwestin ku vî karî bi rêya PKKê ango PYDê bi encam bikin. Wan bi vê mebestê hewl da. Lê tiştê min fam nekir ev bû ku wan çima ev tişt bi hêza xwe nekir û xwest bi hêza PKKê vî karî bikin. Ev kar çima bi vî rengî bi encam bû û rê li ber vebû ku Rojava ji dest kurdan here. Îro Pêşmergeyên Rojê di rojevê de ne û tê ragehandin ku ew dê derbasî Rojava bibin. Herhewa ENKSê li Koşka Sipî bi rayedarên Amerikî re hevditin kir û li gor daxuyaniyên wan mijara sereke ya hevdîtinê derbasbûna pêşmerge ye.

KUTU

Derbasbûna Pêşmergeyên Rojê

Hemû alî gengeşîyê li ser wê yeke dikin ku gelo pêşmerge dê derbasî Rojava bibin an nebin? Lê li  gorî min pirsa girîng ew e ku dema pêşmerge derbasî Rojava bibin, bernameya wan dê çi be? Gelo pêşmerge here Rojava wê bikare çi bike û çi derfetan berdest bike ji bo kurdan? Pêşmerge dê bikaribin bikevin Cerablûsê, yan wê bikaribin navbera Efrîn û Kobanê bi dest bixin? Pêşmerge dê bikaribin rê vekin, berê xwe bidin Deryaya Sipî û kurdan ji bêderwazebûna cîhanî rizgar bikin? Bêguman gava pêşmerge derbas bibe hevsengî dê were guhertin û wê hin alî mecbûr bimînin ku vegerin ser navê Rojavayê Kurdistanê. Lê ya herî girîng ew e ku piştî ewqas hêz bikeve Rojava û yekparçeyiya axa Rojava nemine; pêşmerge dê karibe van hêzan gişan ji Rojava derxîne da ku bi tenê pêşmerge û YPG bimine li ser axa Kurdistanê? Pirsên girîng ev in û heta niha tu kesî bersiva van pirsan nedaye.

Hêvîdar im ku pêvajo biguhere û rojavayê Kurdistanê jî wek Başûr bibe xwedî desthilat li ser axa yekpare ya Rojavayê Kurdistanê. Ji bîr nekin, heke ax ne yekparçe be tu ne desthilatdarê wê yî.