Ebdulhekîm Beşar: Çûna PYDê bo Şamê gotûbêje yan raxwestin e?
Ebdulhekîm Beşar: Çûna PYDê bo Şamê gotûbêje yan raxwestin e?

Ebdulhekîm Beşar: Çûna PYDê bo Şamê gotûbêje yan raxwestin e?

9:05:16 AM

RojavaNews:Derbarê seredana şanda PYDê ji bo Şama paytext û danûstandinên PYDê û rêjîma Sûriyê, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya diktor Ebdalhekîm Beşar gotarek belav kir têde behsa hûrguliyên danûstandinên  rêjîm û PYDê dike .

 Di gotara bi navê gelo ev diyaloke yan raxwestin e ango istid'a e ? Beşar dibêje eger şanda PYDê bi navê PYDê be yan jî bi navê çekdarên Sûryaya Demokrat be yan jê rêveberiya xweser be yan çi navekî din be lê biryar ji serkirdayetiya Qendîl hatiye û kurdên Sûriyê tên bikaranîn ji aliyê wan ve  .

Tiştê ku li Şamê di navbera PYDê û rêjîma Sûriyê rûdide ne diyaloke , ma kengî  rêjîm diyalokê bi nûner û şanderên xwe dike ? Tiştê ku li Şamê rûdide dubare belav kirina kar e piştî ku PYDê qonaxa yekê ji karê xwe bi dawî anî û neha bû dema ku rêjîm durbare kontrola xwe li deverên dibin kontrola PYDê de feriz bike .

Rêjîmê pilanek daniye û di demeke nêzîk de  wê têkeve warê cîbecîkirinê .

Beşar dibêje wê hemî nîşanên kontrolkirina PYDê ji deverê werin rakrin herweha wê navê çekdarên bi ser PYDê ve jî werin guhertin mîna navên YPGê û YPJê  .

Herweha wê çekdarên PYDê ji aliyê efser û endamên rêjîmê werin birêvebirin herweha wê beşek ji wan tevlî artêşa rêjîmê bibin li gorî hewcedariya rêjîmê , û çekdarên mayê wê werin dûrxistin yan jî li cihin din di dezgehên rêjîmê werin bikaranîn .

Dezgehên fermî wê bigiştî vegerin karê xwe li bajarên kurdî , herweha girtin û kuştina serkirdeyên siyasî û ewlehî û leşkerî yên PYDê yên ku vê pilanê red bikin  wê dest pê bike .

Herweha terwerkirina xebatkar û siyasetmedarên kurd li ser destê PYDê û biryara destihlatê wate rêjîma Sûriyê wê were kirin  .

Hekîm Beşar di dawiya gotara xwe de dibêje PYDê hewl dide ji xelkê re diyar bike,  ku danûstandinên bi rêjîmê re bê mercin da ku riwê xwe li pêşiya wan sipî bike bi taybet li pêşiya malbatên ku ciwanên xwe kirin qurbanî di ber PYDê û siyaseta wê de lê rêjîm wê rû sipî kirinê jî nade wê ji ber ku karê PYDê bi dawî hatiye û rêjîm nema pêwîstiya wê bi wan heye,  lewma ew anîn ba xwe  li Şamê ji bo wan agahdar bikin ne diyalokê bi wan re bikin ji ber ku rêjîm tu caran diyalokê bi wan re nake.