Qadî:PYDê pîlana Mihemed Teleb Hîlal ya qirêj bicîdike

Qadî:PYDê pîlana Mihemed Teleb Hîlal ya qirêj bicîdike

2017-08-22

Dema ku miletê kurd di riya partî û rêxistinên xwe re dixebitîn û karê xwe yê rojane dikirin ji bo mafê Kurd li Sûriyê û  rakirina pîlanên şovenîst û nijadperst wek projeya amara kevneperst û çembera Erebî ya qirêj û şoven ku di sala 1962e hate bi rê ve birin bi riya Mihemed Teleb Hilal hatibî amedekirin û bi  taybet li parêzgeha Hesekê bicî bû  li dijî mafê gelê kurd li Sûriyê û hebûna Kurda û pirsa Kurdî li Sûriyê ku bi sedên sala li ser xaka xwe ya pîroz dijîn.

 îro PYDê di vê qonaxa hestiyar û taybet ku miletê Kurd têde dijî, pîlanek  xew ya ne rawa û bi rengekî nû û dîfekto  li ser erdê bi cîdike . Ev biryar ku PYDê belavkiriye li ser kursiyên kurda li hersê deverên Kurdî ya dawî mebest ji wê çiye gelo!, di raya min de mebest jê  binpêkirina maf û pirsa Kurdî  li Sûriyê û metirsî û mixabûna  me ewe ku mafê Kurd bi destê  Kurdan tê tinekirin û binpêkirin ku pojeya Teleb Hîlal û bi alîkariya rêjîma Sûriyê ku nikaribûn bi dehên sala pirsa Kurdî tinebikin lê PYDê  bi riya biryarên xwe û yên qereqûşî û bê pîvan ku li paşerojê bibe yek ji sedemên sereke  ku pirsa Kurd û habûna mafê wê li Sûriyê tinebe û pirsa Kurdî ji neteweyê dûr bixê û bibe mafekî neştimanî.

PYDê bi kiryarên xew ji destpêka şoreşa Sûriyê ta îro li Rojavayê Kurdistanê dike, miletê Kurd ne tenê ti sûd jê wernegirtiye, lê belê kareset bi ser miletê me de hatiye ji ber kiryarên PYDê yên rojane, wek guhartina demografî, hatin û neştecîbûna ereban li deverên Kurdî, dijîtiya sembolên netewî, revandina xûrt û keçan bi zorê ji bo leşkerîya neçar û kuştina wan li Minbicê û Reqayê û hin deverên din, bazirganî bi xwîna şehîdan ji bo pirojeya PYDê ya dûrî Kurdîtiyê, desteserkirin li ser mal û mikên xelkê yên kocberbûne ji ber kiryarên PYDê, qedexe kirina rewşa siyasî ku sedemeke  berê miletê Kurd bidine partiyek şimolî û tek alî û girtin û binçavkirina çalakvan , siysetmedar û serkirdên patiyan di zîndanên PYDê.

Ev rengê kiryarên PYDê li ser zemînê dirêjpêdaneke ji projeya Hîlal le û bi alîkariya rêjîme Sûriyê ya dîktetor ku mafê miletê Kurd yê netewî binpê dibe  û cihê metirsiyê ye li ser kêşeya Kurdî li Sûriyê ku herdu projeyên  Hîlal û PYDê li şamê pîlan hatiye danên li ser tinekirina mafê gelê Kurd li Sûriyê.

PYDê di vê piroje û pîlana xwe ya ne rawa berpirsiyariyekê li ser partî û rêxistinên Kurdî tîne holê ku erkê wane li dijî dabeşkirina kursiyan li ser pêkhatiyên li rojavayê Kurdistanê rawestin û şermezar bikin ta PYDê lêvegerikê li ser projeya xwe  ya dawî bike û vegere projeya netewî a Kurdî bi tevgera Kurdî re ku karekî hevbeş bi hevdu re  bikin ku têde mafê Kurd misoker bikin.