18:50:07
15/08/2017
RojavaNews:piştî nêzîkî 3 mehan ji binçavkirna wî,di girtîgehên PYDê de,bê guneh û bê ti şaşîtiyekê derbarê kes yan aliyekî de,gunehê wî ew bû ku kurd perwer e,mêrekî rast û pake,xebatkare,xwedî helwêst e,yek ji bervanên xwedî viyane di ber mafê gelê kud de ye,pêşmergeyekî rêbaza barzaniye,serê xwe qet ne çemandiye .
di zindanên pyd ê de nexweş ket,berî demeke nîzîk ew azad hate berdan,yek ji sedaman tenduristiya wî bû.
hîn jî hejmarek ji hevalên wî di tariya girtîgehên PYDê de ne,hîn jî xebatkarine kurd di navbera 4dîwarên reş de bê guneh dûrî kes û malbatên xwe ne.
Mihsin Tahir Serokê Encumenê Xwecihî yê Encumena Niştimaniya kurdî , Endamê nivîsgeha siyasî ya partî demukratî kurdistan-Sûriye,gotarek di rûpela xwe ya "facebook" de belav kir ,hêvî û xwestekên xwe têde dibêje:
Wan Azad bikin ..
Apo –Fiwad-Berzan
Min ew ji nêzîk ve naskir,xebatkarekî rasteqîne, ronakbîr e,,kurdperwere,bê guman zindan ji rewişta wî bêzarbȗne,reqîb ji rewista wî bêzar maye,di berevaniya xwe di ber miletê kurd de qet sist nebuye,her berevanê miletê xweye,her ȗ her viyana wî bi hêztir buye
Çawa na,ȗ ew çiyayê lêlȗna serbilind e,coş ȗ heycana miletê Efrînê ye,bi dirêjahiya rayên wê di dîrokê de,wek resenbȗna zeytȗnên wê ,ku cihê xwe di kȗrbȗna kurdîniyê de girtiye
Di dîrokê de jî navê xwe nivîsî wek Kurdekî resen ji Efrînê,Belê ew bira ȗ heval Ebd El-Rehman Apo ye.
Ez ji 30 salî ve wî nasdikim,hevalê zaroktiyê ye xortekî bi çarenivîsa miletê xwe ve girêdaye,bi gavine rast ber bi xebatê de dice,tu caran ji sitema rêjîmê ne tirsiya ye,ȗ qet xwe ji wan re ne çemandiye, bi rêbaza kurdîniyê bawere ,di her dem û her cihî de qurbanî di ber çarenivîsa kurdî de dane,mêrekî pake,di helwêstên xwe de dilêr e,nerim nabê hember tu astengiyan ,erê ev bira ȗ heval( Fiwad Ibrahîm e) .
Tevî ku min di demek ne dûr û dirêj de nasdikir, demek ji temenê şoreşa Sûriyê ne dibûrî, lê kar û hebûna wî ya coda û cêwaz, û hezkirina karê ragihandinê û pêşkêşkirina her tiştekî nû û bi sûd, hişte ku hevaltiya me bi hêz bibe û her demekê bêriya wî bikim,
Rojnamevanê bi doza gelê xwe û bi xem û kul û derdê wan ve girêdayî, û her dem kar û xebata xwe bi şêweyekî pêşkeftî û nûjen li qada rojnamevaniyê û ragihandinê dixist e xizmeta gelê kurd û daxwazên wan di riya pênûs û mayka xwe li ARK .TV î ku diyarbûna wî kurt bû, lê hebûn û kesayetiya wî di nav xelkê de gelek mezin û giran bû, ew jî rojnamevan( BERZAN Hisên e)
kesên navdar di warê siyasî ragihandin û peyva azad de û giraniya wan di nav civaka kurdî de(Apo-Fiwad-Berzan ) Tevî ku bi zorê binçav kirin û ji nav me birin lê her dem ew di dilê me de ne
malbat xêzan kesûkar xizm xwişk û bira û zarokên wan li benda vegera wanin ,hemû li hêviyê ne ku bi xêr û saxî vegerin nav mal û miletê xwe .Hûn di xêr û xweşiyê de bin û bi aştî û aramî bin
Wan serbest berdin ,da di nav malbatê xwede bijîn, çêtir û rûmet tire ku di nav zîndanê de bijîn û êdî aramiya hevalên wan nemaye û bêzar û dil tengbûne ji dûrbûna wan
bijî gelê kurd û bi azadî serbestî û aştî bijî
Mihsin Tahir -QAMIŞLO 14êTebaxa 2017an
wergirandin"ELî Umer"
