Me got lê we guh nedayê  lazgîn dêrûn:

Me got lê we guh nedayê  lazgîn dêrûn:

 11:36:49 PM

Piştî şoreşa Sûrî dest pêkir ez bawerim ku rewşenbîrên Kurd berî partiyên Kurdî têgihiştin ku ew derfeta bi dehên sala miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê çawerwanî wê bû va ye hat û welatê Sûrî kete serdemek nû ji kar û xebatê ,  lewra ji tevgera kurdî bi giştî û partiyên Kurdî bi teybetî hat xwestin û pêwîst bû  xwe biguhêrin û ji wî warê kilasîkî yê kevin derkevin û dest bi şêweyekî nû ji kar û xebatê bikin li gorî dem û vê derfeta zêrîn.

Ji bo vê yekê rewşenbîrên Kurd bilez bi erkên xwe rabûn him bi çalakiyên xwe û him bi pênûsên xwe ,bi hezaran Gotar , helbest , semînar nivîsîn û li ser rûplên malperan belavkirin ,ji bilî ragihandinên bi Televizyonan re û gelek rêxitin ava kirin ,tev ji bo avakirina mala Kurdî û yekîtiya tevgera Kurdî , li ser bingiheke kurdewarî û mafên gelê Kurd .ji xwe ramana avakirina lêvegereke Kurdî ya rewşenbîrên kurd bû û ji wan destpêkir lê partiyên kurdî li wan zîvirîn û ew piroje kirin pirojeyek partîtî û ENKS ji wê derket ,herkes vî tiştî dizane ,lê ji ber kû ew piroje ne wek di hat xwestin ava bû , ji lewra tu encam neda û hat parçekirin.

Ji ber ku ez naxwazim dirêjkim tenê ez dixwazim vê pirsê ji partiyên kudî bikim lê bera bi wijdan persivê bidin :

Gelo rewşenbîrên kurd yên ku we rika xwe daye wan bi şev û roj , wan dest û pê yên we li ser hev danîne û girêdane ji bo win nebin yek ????!!!!

Gelo kengî we guh daye rewşenbîran û we bi a wan kiriye????!!!!

Gelo we xwe kiriye berpirsyar û nûner di ber gelê kurd de yan rewşenbîran????!!!!

Em hêvîdikin ku win têkçûna xwe ne avêjin ser milên rewşenbîran ji ber ku rewşenbîr ye gelê xwe ye ne yê weye.

 

Siwîsra 5.1.2017   .