Çavuşoglu: El Bab rizgar bû, dora Reqqa yê!

Çavuşoglu: El Bab rizgar bû, dora Reqqa yê!

01:46:30

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku daxuyanî Serfermandarî yê ku El Babê ji DAIŞê rizgar kirine teyîd kiriye û niha jî bajêr ji mayinan tê paqijkirin. Çavuşoglu destnîşan kir ku di rêzê de jî operasyona Reqqayê heye.

Çavuşoglu li bajarê Antalyayê bersiva pirsên rojnamegeran da û got: ‘Hêzên tirk bi hêzên herêmî re El Babê rizgar kirine û niha jî dest bi paqijiya bajêr kirine. Divê bajêr him ji mayinan û terorîstên ku xwe li hin herêmên bajêr veşaritine bê paqijkirin."

Çavuşoglu li ser pirsa rojnamegerekî, gava piştî Operasyona Mertalê Firatê dê çi be, "YPGiyên ku li herêma Minbiçê ne divê ji herêmê bên derxistin."

Wezîrê tirk destnîşan kir ku şandeyek hevpar bi Amerîkayê re şandine herêmê û piştre jî "Minbiç ya minbiçiyan e, kesên ku ne ji Minbicê ne bila vê dere biterikînin" peyamek wiha derket holê.

Çavuşoglu eşkere kir ku hêviya wan ji Amerîkayê ev e ku Minbic ji YPGê bê paqijkirin û hedefa wan ê din jî operasyona Reqqayê ye. Em xebatên plankirina operasyona Reqqayê dikin. Di rojên borî de di hevdîtinên paye bilind yê bi Amerîkayê re de ev mijar hat nirxandin.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku operasyona Reqqayê dê çawa be û bi kî re pêk werê nirxandine. Derfeta nirxandina vê mijarê bi welatên Almanya, Brîtanya û Fransayê ku di nav koalisyona navdewletî de ne re jî bidestxistine. Em dikarin bi stratejîke rast û bi komên rast re rêxistina DAIŞê ji herêmê paqij bikin.