Rojnameya Times: Divê NATO ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe li Tirkiyeyê bilind bike!

Rojnameya Times: Divê NATO ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe li Tirkiyeyê bilind bike!

14:23:47

 

Rojava News: Rojnameya Times a îngîlzî di sergotareke xwe ya îro de bûyer û pêşveçûnên dawî yên Tirkiyeyê nirxandin. Rojnameyê bang li NATOyê kir ku ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe li Tirkiyeyê bilind bike.

Sernivîsarê rojnameyê di berdewamiya gotara xwe de got: "Piştî hewldana derbeya sala borî ku tê îdîakirin hereketa Gulen organîze kiriye û heta niha zêdetirî 40 hezar kesî hatin binçavkirin û 100 hezar kes jî ji kar hatin dûrxistin. Tenê ku em li ser van reqeman jî bisekinin tu kes wê nikaribe pêşiyê lê bigire. Serokomar di guherîna nû de erkên berfireh bi dest xistin û tu mekanîzmayeke kontrolê ku pêşiyê lê bigire jî tuneye û dê firsendê nede muxalifên xwe."

Rojnameyê di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Talûke pir in. Êdî veberdêrên Tirkiyeyê metirsîdar in, pereyên wan têne birîn. Bazara turîzma derve jî gelekî ketiye. Kurdên cudaxwaz û Îslamîst plana êrişên nû dikin. Û hevalbendên Erdogan ê rojavayî jî wî diterikînin. Heta niha NATO ji rexneyan reviya û di plana paş de xwe hişt. Lê dem hatiye û divê NATO ji bo azadî û demorasiyê dengê xwe bilind bike."