Brîtanya Hikûmeta Sûrî tometbar dike
Brîtanya Hikûmeta Sûrî tometbar dike

Brîtanya Hikûmeta Sûrî tometbar dike

6:48:36 PM

RojavaNews:Brîtanya zanyariyan derbarê êrşa li ser bajarokê Xan Şêxûn ê sûrî belav dike

Di twîtteke xwe de, Wezareta Derve ya Brîtanyayê vîdyoyek belav kiriye. Tê de zanyarî û hûrgilî derbarê êrîşa ku ji aliyê rejêma sûrî ve, li ser bajarokê Xan Şêxûn, hatibû kirin, belav kirine.

Di vîdyoya akwanta twîttera Wezareta Derve ya Brîtanyayê de hatiye ku, hikûmeta sûrî di ber êrîşa li ser Xan Şêxûnê de berpirsiyar e. Nîşan jî bi wê yekê daye ku di encama vê êrîşê de 87 kesan jiyana xwe jidest dan û 400 kes jî birîndar bûn.

Li gorî vîdyoya belavkirî ya Wezareta Drve ya Brîtanyayê, hikûmeta sûrî gaza sarîn li dijî welatiyên sûrî bikar aniye. Ev gaz jî, li Sûriyê, tenê li enbarên hikûmetê hene. Lê hikûmeta sûrî vê yekê red dike û hêzên opozisyonê bi êrîşa li ser Xan Şêxûnê tometbar dike.

Ji aliyê rêxistinên navneteweyî jî, meha bûrî, raporek hate belavkirin ku  hikûmeta sûrî weke berpirs di ber êrîşa li ser Xan Şêxûnê de binav kir. Lê, li Encûmena Asayişê ya Navdewletî, Rûsya ev yek red kir û diyar kir ku gumana wê li ser karê Komîteya Lêpirsînê heye.

Derbarê vê babetê, Wezareta Derve ya Brîtanyayê di heman çarçoveyê de, daxwaz kiriye ku hikûmeta sûrî li ser kiryarên xwe bê sizadan.