Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn

Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn

12:29:07

 

Rojava News: Rojnameya Haaretzê ku li Îsraîlê weşanê dike ragihand ku Rûsya, Amerîka, Îsraîl û Urdun beriya avakirina herêma bi ewle ya li başûrê Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anî ne.

Haaretz di nûçeya xwe yê ku zanyariyan sipartin çavkaniyên Îsraîlê û navê wî eşkere nekir rayedarên Rûsya, Amerîka, Îsraîl û Urdunê li Ammanê paytexta Urdunê û paytexta welatek Ewropayê hevdîtin pêk anîne.

Haaretzê di nûçeya xwe de eşkere kir ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Kremlînê Aleksandr Lavrentyev, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Michael Ratney, Nûnerê Taybet yê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerşkayê Brett McGurk, Nûnerên îstîxbarata Îsraîl Mossadê û rayedarên leşkerî beşdarî hevdîtina ku qala wê tê kirin, bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyê, di heman rojê de li Ammanê du car hevdîtin pêk hatiye. Di hevdîtina yekem de nûnerên Rûsya, Amerîka û Îsraîlê beşdar bûne, ya duyemîn de jî rayedarên Îsaîlê, Amerîka û Urdunê beşdar bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyê, nûnerên Rûsya, Amerîka û Îsraîlê hevdîtin li paytexta welateke Ewropayê pêk anîne û di vê hevdîtinê de rayedarên paye bilind beşdar bûne.