Rûsya dema lidarxistina Kongreya diyaloga Niştimanî diyar nekiriye û hêj ew amedekariyan ji bo vê yekê dikin

 7:23:45 PM

RojavaNews:Derbarê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî, ku pêşniyara Rûsyayê ybû, wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku hêj dema rasteqîne ya lidarxistina vê kongreyê nehatiye destnîşankirin lê ew amadekariyan ji bo vê yekê dikin.

Lavrov eşkere kir ku kesekî dema vê kongreyê dereng nexistiye, ne jî bi awayekî fermî dema lidarxistina vê kongreyê hatiye diyarkirin.

Sergey Lavrov herwiha behsa wê yekê kiriye ku Rûsya, Îran û Tirkiye derbarê vê babetê danûstandinan dikin. Rûsya jî pêweniyan ligel aliyên ku dibe bêne vexwendin dike.

Li gorî zanyariyan, di medyayê de hatibû ragihandin ku roja 18ê vê meha Mijdarê ev kongre wê hatiba lidarxistin.