Trump bernameyê biçekkirina dijbereya Sûrî rawestand

Trump bernameyê biçekkirina dijbereya Sûrî rawestand

10:39:53

 

Rojava News: Rojnameya Waşinton Post duh êvarî nûçeyeke belav kir tê de biryara serokê Amerîkî donald Trump ya rawestandina çekan bo dijbereya Sûrî eşkere kir.

Berpirseke di rêveberiya Trump de got:" Ev biryar parçeyeke ji hewldanên Rêveberiyê da ku pêwendiyên xwe bi Rûsiya re xweş bike, ya ta radeyeke baş karî bû ku bi komên Îran piştgirya wan dike nehêle Beşar El-Esed birûxe".

Herweha amaje bi wê yekê kir ku Amerîka xwedanaxîne çimkî Esed li ser desthilatê ye, lê ev nîşaneke ji Tramp bû da ku bighêje Pûtîn ku ew dixwaze pêwendiyan baş bike.