Tirkiyê û Îranê li dijî PKKê operasyona hevbeş pêktînin!

Tirkiyê û Îranê li dijî PKKê operasyona hevbeş pêktînin!

13:07:04

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya ku ber bi welatê Urdinê ve bi rê bikeve di konferanseke rojnamevaniyê de got: Bi îranê re li ser operasyoneke li dijî  PKKê li hev kirine.

Hatibû îdiakirin, ku Serfermandarê Îranê Muhemed Baqirî dema serdana Tirkiyê kir, Serfermandarê Tirkiyê Hulusi Akar pêşniyar kiriye ku “Li Qendîl û li Şingalê li dijî PKKê operasyonên hevbeş pêk bînin.” kiriye.

Recep Tayyip Erdogan beriya ku ber bi welatê Urdinê ve bi rê bikeve konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û di konferansê de ev îdia jê hate pirsîn.

Erdogan diyar kir: “Em weke hevsînor û bi taybetî jî endamên heman baweriyê, li dijî rêxistinên terorê ku bûne gef, li gel Îranê operasyonên hevbeş di rojeva me de ye.”

Erdogan got: Çi em çi îran ji destê PKKê û şaxê wê PJAK  azarên mezin me jiyankirine, ji ber ku sînorê me jî hewbeşin hemen teror li ser her du cograya ya û li ser gelê Tikiyê û Îranê bandoreke mezin dike. Ji bo girtina pêşiya girtina karên terorê me û îranê biryara  kar û operasyonên hewbeş û  daye.

 Ş.A